Qedexeyên Talîban dewam dikin 2026-07-24 12:20:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Hec û Karûbarên Olî ya Talîbanê bi nivîsek xutbeyê ragihand ku gelek reftar, cil û berg û kevneşopiyên di dawetan de, li dijî Şerîetê ne û kiryarên neqanûnî ne.   Wezareta Hec, Karûbarên Olî û Weqfên Talîbanê daxuyaniyek weşand û rêzek reftar û kevneşopiyên ku di merasîmên zewac û nîşanê de hevpar in, wekî "munker" (kiryarên şermezar) û li dijî Şerîetê îlan kir. Beşek girîng a nivîsê ji bo reftar, cil û berg û hebûna jinan di van merasîman de hatiye veqetandin. Di 23’ê Tîrmehê de Wezaretê nivîsa xutbeya ji bo roja înê weşand û ji xutbevanên mizgeftê xwest ku vê naverokê ji raya giştî re ragihînin.   Reftar û cil û bergên ku hatine qedexekirin   Di nivîsê de bikaranîna dirêjkirina por, çirandina birûyan, makyaja giran, geşkirina rûyê bi kozmetîkan û lixwekirina cilên teng û li ser laş di dawetan de wekî dijî Şerîetê hat binavkirin. Wezareta Hec û Karûbarên Olî ya Talîbanê her wiha ev pêkanîn neqanûnî dibîne. Li derveyî malê bikaranîna bêhnxweş a jinan, tevliheviya jin û mêran di holên dawetê de, bi tena serê xwe mayîna bûk û zavayê potansiyel berî merasîma zewaca fermî, destdayîna bi endamên xizm ên cinsê dijber re û kevneşopiya danûstandina zengilan di dema nîşanê de.   Qedexeya muzîk, stran û dîlanê   Di beşek din a nivîsê de, ji mêr û jinan re qedexe bû ku di merasîmên dawet û zewacê de stranbêjî û reqsê bikin û ji raya giştî hat xwestin ku xwe ji tevgerên wiha û kevneşopiyên din ên hevpar ên van bûyeran dûr bigirin.   Berdewamiya zextên li ser jinan   Weşandina vê nivîsê bi serdemekê re hevdem e ku Talîbanê ji Tebaxa 2021’an vir ve li Efganistanê ji dema vegera xwe ya desthilatdariyê ve sînordarkirinên berfireh li ser jin û keçan ferz kiriye. Di vê serdemê de, keç ji pola şeşan wêdetir ji perwerdeyê bêpar man, jin ji gelek pîşeyan hatin qedexekirin. Sînorkirinên cûrbecûr li ser cil û berg, tevger, hebûna wan li qadên giştî û çalakiyên civakî hatin ferzkirin.