Ji bo Haniy Karasu merasîma cenazeyê hat lidarxistin 2026-08-03 18:47:34     ÇANAKKALE – Ji bo Haniy Karasu ku jiyana xwe ji dest da li Mala  Cemê ya taxa Esenler merasîma cenazeyê hat lidarxistin.   Haniy Karasu ya 94 salî ya dayîka endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.  Haniy Karasu di 31'ê Tîrmehê de ji ber nexweşiya rovîyan, demans û dil a giran rakiribûn nexweşxaneya li Çanakkaleyê. Haniy Karasû vê sibehê jiyana xwe ji dse tda.   Ji bo Haniy Karasu li Mala  Cemê ya taxa Esenler merasîma cenazeyê hat lidarxistin.Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat, siyasetmedar Huda Kaya û gelek nûnerên DEM Partiyê tevli merasîmê bûn.   Piştî merasîmê cenaze ji bo definkirinê şandin Sêwasê. Cenaze li gundê Gurun a Sêwasê wê bê definirin.