'Wan di nava agir de têkoşîn da' 2026-08-26 13:43:42   COLEMÊRG - Hevserokên DBP'ê beşdarî merasîma sersaxiyê ya li Geverê bûn ku sersaxiyê bidin malbatan û ev peyam dan: "Wan ev têkoşîn di nava agair de meşandin."   Li navçeya Geverê  ya Colemêrgê, bi pêşengiya Komelya Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şartistaniyê Winda Kirine Çand û Yekitiyê  (MEBYA-DER) ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane şîn hat danîn. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê, bi pankarta ku li ser "Şehîdên me rûmeta me ne" nivîsandî bû û bi dirûşma "Şehîd namirin", gihîştin cihê şînê ku sersaxiyê bidin malbatan. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayındır jî ji bo nîşandana piştevaniya xwe ya bi malbatan re beşdarî şînê bûn.   'Em şopdarên rêya ku wan ronî kiriye ne'   Di şînê de, Parlamentera Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Patî) Oznûr Bartin axivî û got: "Di vê têkoşîna ku ev 50 sal in didome de, berdêlek pir giran hatiye dayîn. Ev çend roj in em vê êşê dijîn. Lê belê, em wê têkoşîna ku wan bi ruhê fedakariyê meşandine, didomînin. Em şopdarên wê rêyê ne ku wan ronî kiriye."   ‘Bi saya şehîdên xwe em hev nas kir’   Piştre Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi saya têkoşîna azadiyê ya Kurd, xwe û nasnameya xwe nas kirine û got: "Em gelekî wisa bûn ku me hev nas nedikir. Lê bi saya şehîdên xwe û vê têkoşînê, me hev nas kir. Niha Kurd ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê, lê li Ewropayê jî têkoşîna xwe diparêzin. Vê têkoşînê em li seranserê cîhanê kirine yek beden."    'Em deyndarê şehîd û lehengên xwe ne'   Keskîn Bayindir anî ziman ku Kurd bi saya wan kesên ku di têkoşîna azadiyê ya Kurd de canê xwe dane, gihîştine vê astê û got: "Em deyndarê şehîd û lehengên xwe ne. Bila çiya û deştên li vir şahidiyê ji şehadet û lehengiya wan re bikin! Wan ji bo azadî û wekheviyê têkoşîn meşandin. Ev têkoşîn wekî 'kirasê ji agir' bû; kes newêrîbû nêzîkî wê bibe. Lê belê, wan ew kiras li xwe kir û dîsa jî têkoşîn meşandin. Ew hevrêyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê yên beriya xwe bûn. Bi saya wan, serê gelê Kurd bilind e. Jiyana wan dê bibe mijara çîrok, pirtûk û fîlman; ew ê her û her bijîn. Îro em ne tenê bi dirûşman behsa bêmirinbûna wan dikin. Çawa ku Şêx Seîd û Seyîd Riza bûn nemir, ew jî bûn nemir."