Sona Mengutay li Qersê hat pêşwazîkirin 2026-08-29 21:23:21   QERS- Sona Mengutay ku piştî 31 salî şûnde hat tahliyekirin li bajarê xwe Qersê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Sona Mengutay ku di 1995’an de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin, piştî girtina 31 salan şûnde ji girtîgeha Jinan a Kandirayê ya Kocaeliyê hat tahliyekirin. Sona Mengutay li Qersê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin û derbasî gundê Çataxa Mezin a navçeya Cilawuzê bû.