KJK: Divê gelê Rojava perwerdeya bêyî zimanê dayikê qebûl neke! 2026-09-01 09:54:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK'ê got, "Divê gelê me yê Rojava xwedî li destketiyên xwe yên mezin ên zêdeyî deh salan derkeve û bibêje 'Em perwerdeyeke bêyî zimanê me yê dayikê ti carî qebûl nakin'."   Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) daxuyniyek nivîskî da û got: "Di 27'ê Tebaxê de Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê biryara xwe ya li ser bicihanîna biryarnameya bi Hejmara 13'an a Serokkomariya Sûriyeyê eşkere kir.    Bi vê biryarê de li gel ku Kurdî weke zimanekî neteweyî tê pênasekirin, di perwerdeyê de Kurdî tenê hefteyê bi hin dersên ji sê-çar saetan hate bisînorkirin. Vê yekê hewldana pûçkirina destketiyên gel û nêzîkatiya tasfiyeyê raxist pêş çavan. Gelê Kurd li Sûriyeyê nifûsa duyemîn a herî mezin e, lewma nirxandina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ya gelê Kurd a bi vî rengî nayê qebûlkirin. Pênaseya zimanê neteweyî tê wateya zimanê fermî û di heman demê de naskirina statuya fermî ya zimanê dayikê ye. Hem wê jê re zimanê neteweyî bê gotin, hem jî di statuya zimanê fermî de neyê dîtin; ev yek li dijî hiqûqê û rastiya jiyanê ye.   Zimanê dayikê tê wê wateyê ku nasname, kesayet, dîrok, kevneşop û rêbaza wateya jiyanê ya gelekî bi gotin û wateyê bê vegotin" û bi vî rengî dewam kir, "Her sînor û bendê li pêşiya zimanê dayikê bê danîn ji bilî hewldana qutkirina mirov ji kesayetî û hişê xwe nayê ti wateyê. Ji ber vê yekê axaftin, perwerde û mafê jiyanê yê bi zimanê dayikê mafekî jiyanî ye ku nabe bibe cihê nîqaşê. Lewma ev pêkanîn ne tenê li dijî gelê Kurd e, her wiha tê wateya pêşîgirtina li têkoşîna avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku hemû gel û nasname bi rengê xwe tevlî bibin. Ji ber ku entegrasyona demokratîk nayê wateya razîkirina ji asîmîlasyonê. Entegrasyona avakirina zemînên herî hevpar ên ji bo afirandina rejîmên demokratîk e, têkoşîna afirandina sîstema li ser vê yekê ye. Ti carî qebûlkirina ferzkirinên yekalî nîne.   Gelê me yê Rojava li hemberî bênasnamehiştinê ya ku bi sedan salan hate ferzkirin destpêkê di çand û zimanê xwe de israr kir û parastina xwe bi biryardarî meşand, piştî ku Rêber Apo di sala 1979'an de derbasî Rojava bû her tiştên tevlî têkoşîna azadiyê kir û herî dawî jî bi Şoreşa Rojava re bênasnametî çirand û avêt. Demeke dirêj di nava yekparebûna Sûriyeyê de sîstema xwe ya jiyan û rêvebirina bi rengê xwe ava kir û di wê çarçoveyê de sîstema xwe ya perwerdeyê damezrand. Nêzî 12 salan ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê karê perwerdeyê kir û bi hezaran zarok û ciwan mezûn kir. Bi vî awayî nîşanî tevahiya cîhanê da ku perwerde û jiyanek bi du zimanan dibe, ev yek dewlemendiya welatekî ye, parçebûn û belavbûnê bi xwe re nîne. Li pişt hêviya ku Rojava weke modelekê da cîhanê ev rastiya vê sîstemê heye. Gelekî ku ji bo weke xwe bimîne ewqasî berdêl da û hincetên xwe yên têkoşînê bi rêk û pêk kir, eşkere ye ku wê ferzkirinê ti carî qebûl neke. Nerazîbûna mafdar a Kongra Star, xwendekar û derdorên akademîk, nîşaneyeke girîng a nêzîkatiya gelê me yê Rojava ya li vê pirsgirêkê ye.   Pênaseya zimanê neteweyî ku di biryarnameya Serokkomariya Sûriyeyê de derbas dibe û di fermiyetê de diyarker nîne, ji bilî rewşeke ji bo kêmkirina van nerazîbûnan nayê ti wateyê. Lewma gelê me yê Rojav divê vê sepandinê bi ti awayî qebûl neke, nerazîbûna xwe ya mafdar li her derê û bi her şêweyî nîşan bide. Ji bo biryarên heyî bi rengekî demokratîk biguherin divê têkoşîna berxwedana demokratîk xurt bike.   Xwendekarên li Rojava heta dawiyê xwedî wî mafî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Divê gelê me yê Rojava xwedî li destketiyên xwe yên mezin ên zêdeyî deh salan derkeve û bibêje 'Em perwerdeyeke bêyî zimanê me yê dayikê ti carî qebûl nakin' û di pratîkê de nîşan bide ku pêkanîneke cuda qebûl nake. Beriya her kesî divê jin, dayik vê rewşê ti carî qebûl nekin û li ber vê kiryarê rabin ku wê pêşketina zarok û ciwanên wan asteng bike û paşeroja wan tarî bike.   Roj ew roj e ku destûr ji windakirina nirxên hatine qezençkirin neyê dayin, roj roja xwedîderketina li berdêlan, nasname û rûmetê ye. Bi navê KJK'ê em di şexsê Kongra Star de vê berxwedana mafdar a jinan û gelê me silav dikin û bi têgihiştina serketina bi berxwedanê bang dikin ku heta wergirtina encamê ev têkoşîn bi xurtî bê meşandin."