Newroz Ehmed: Me got bila YPJ li çar bajaran bimîne 2026-09-01 09:56:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed bal kişand ser encamên hevdîtinên Şamê û destnîşan kir ku tevî nêzîkatiya erênî ya ji bo cihgirtina di nava Wezareta Hundirîn de jî, ew ê di her rewşê de xweserî û mîrateya xwe ya têkoşînê biparêzin.   Di pêvajoyeke ku Sûriye ji nû ve tê avakirin û nîqaşên li ser siberoja welêt rojeva sereke ne, pêngavên herî girîng li ser asta leşkerî û siyasî rû didin. Di vê çarçoveyê de, Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed der barê hevdîtinên dîrokî yên di navbera rêveberiyê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de bi taybetî civînên 25 û 26’ê Tebaxê yên li Şamê de bersiv da pirsên edîtora NÛJINHA'yê Avrîn Navdar.   Newroz Ehmed, ya ji NÛJINHA'yê re axivî, ne tenê encamên van hevdîtinan parve kir; her wiha li ser mijarên krîtîk ên wekî statuya YPJ’ê ya di nava pergala nû ya leşkerî û ewlehiyê de, mafên jinan, ziman, perwerde û helwesta li hemberî xetereyên herêmî yên mîna DAIŞ’ê nirxandinên girîng kirin. Ev hevpeyvîn, nexşerêya têkoşîna jinan û parastina cewherî ya di Sûriyeya nû de bi hemû hûrgiliyên xwe radixe ber çavan.   Li koşka gel ya Şamê hevdîtina 25'ê Tebaxê di atmosfereke çawa de pêk hat û li ser kîjan xalan lihevkirin çêbûbû?   Di serî de em jî spas dikin, ji bo ajansa we ku ev derfet dane me. Elbet ev hevdîtin, di encamên gelek hevdîtinên ku berê vê jî hatin pêşxistin de çêbû. Ji ber ku beriya heft mehan lihevhatineke hatibû kirin û ji wê demê û heta niha pêvajoyeke vê lihevhatinê pêkanîna wê, xistina meriyetê dihate meşandin. Ji ber wê jî êdî wek bidawîkirina merheleyeke û derbasbûna merheleyeke nû bû. Em bi vê hevdîtinê re dikarin wisa pênase bikin ku merhela yekemîn gelek gavên girîng hatin avêtin, ya herî girîng jî tevlîbûyîna hêzên QSD’ê ya li nav artêşa Sûriyeyê re. Her çiqas hinek mijarên ku hinek kêm mabin jî, em bi xetên qalind û bi xetên giştî dikarin bêjin wek merheleyeke êdî bi dawî bû. Mijarên ku kêm man jî di pêşiya me da ne, emê li ser rawestin, temam bikin. Di vê hevdîtinê de li ser wan hate rawestandin û ew xalên ku kêm man çawa werin temamkirin. Helbet li kêleka vêya hûn dizanin, gelek mijarên me yên din yên sereke hebûn.   ‘Mijara herî sereke mijara ziman bû’   Di nav van de yek girêdayî hêzên leşkerî û QSD’ê, yek mijara YPJ’ê bû ku hatin nîqaşkirin, di vê hevditînê de û mijarên din yên saziyên rêvebiriya xweser û meseleyên din ên mane jî, bi hikûmetê re dê çawa bibin. Qismekî ku hatine pêkanîn, qismek ên ku kêm mane. Mijara herî sereke mijara ziman bû helbet, ya xwendinê bû. Di wir de li ser van mijaran jî hate rawestandin. Ev dîsa, mijara ku ji niha û şûnde wê çawa pêk were, em ê çawa, nexşerêyeke ku ji niha şûnde em ê çawa li ser bimeşin bû. Bi giranî em dikarin bêjin xetên qalind hatin nîqaşkirin û rewşa Sûriyeyê ku niha tê re derbas dibe. Helbet bê ku were nirxandin, em nikarin, ji rewşa herêmê û ji rewşa ku têne jiyankirin cuda binirxînin. Rewşa me ji vê qut nîne, ji ber ku rewşa giştî û niha Sûriyê pê ve derbas dibe, rewşa herêmê tê re derbas dibe, bandora wê li ser me. Ji nû ve avabûyîna Sûriyê, di van mijarên giştî de em dikarin bêjin, nîqaşên girîng hatin kirin. Berî wê jî gelek nîqaşên ku hatibûn kirin, di wir de gihandina hin encaman. Elbet hin mijarên ku hîn mane, yan em nikarin bêjin tam gihîştin encamekê, ev di pêş me de dewam bikin, li ser vana xebat bên meşandin.   Belê, niha bi taybet hebûna YPJ’ê di nava vê heyetê de çi bû? Em dixwazin vêya ji we bipirsin. Di hevdîtina 25’ê Tebaxê  de girêdayî YPJ’ê li ser masê çi hatin nîqaşkirin?   Wekî hûn dizanin mijara YPJ’ê ji demeke dirêj ve di rojevê de bû. Çimkî wek hêzên QSD’ê  hatin nîqaşkirin, YPJ jî wek parçeyekî vê hêzê bû. Lê di pratîkê de her ev mijar, wek rojevekê her di nîqaşê de ma, nehatibû zelalkirin. Berî vêya, gelek hevdîtinên ku wek heyetên me yên YPJ’ê jî pêşxistin û dîsa nûnerên me yên YPJ’ê jî di nav van hevdîtinan de hebûn. Her ku mijarek di nav nîqaşê de ma, nehate zelalkirin. Di vê hevdîtinê de, esas daxwazeke me jî bû ku em rewşa YPJ’ê ya ku vî rengî aliqî maye, ne zelal e, êdî em zelal bikin ji bo hêzê me û ji bo civaka me jî, têkoşînek, pêvajoyeke têkoşînê dihate meşandin. Sebebê hebûna me li wir ku êdî em erê wekî QSD’ê tê nirxandin, wek hêzên zilam. Wek hêzên jin ji derve hatibûn hiştin, di her hevdîtinê de. Di vê hevdîtinê de zelal hate gotin ku di nav artêşê de niha nabe. Yanê, helwesta wan bi vî rengî bû. Yanê wek Sûriye, artêşa Sûriyeyê ku niha heye û giştî wek hikûmeta Sûriyeyê jî em ji vê re niha ne amade ne, ne zemînê me yê jêrîn û ne jî wek hişmendiyek, wek civak ji vê re niha amade nîne, di pêşerojê de dibe ku bibe.   ‘Sûriye di pêvajoyeke nû ve avakirinê de derbas dibe’   Çimkî wekî hûn jî dizanin, Sûriye di pêvajoyeke nû ve avakirinê de derbas dibe. Sebebê israrkirina me jî yek jê ev bû, yan em ji nû ve ava dikin wê demê dikarin di nav de bibe, yanê ne mecbûr e ku wekî artêşa berê Sûriyê çawa bû em li ser wê bimeşin. Wan dehan salî neyê şoreşê û Sûrî te re derbas bû gelek guhertin hatibûne kirin. Lê dema ku hate gotin ku di halê hazir de niha nabe, di pêşerojê de dibe ku bibe, di salên pêşiya me de. Ji ber vê jixwe, têkoşîna xwe di vê mijarê de em ê bidomînin. Bi vê munasebetê ez vê dixwazim bêjim. Lê helwesteke zelal jî hat gotin ku di nav artêşê de niha nabe, wê demê bi Wezîrê Hundir re, ji xwe demek daxwazên me hebûn ku hevdîtin gelek pêk bihatana, ew jî hatibû taloqkirin. Bi vê meselê, bersiva zelal ku di wê civînê de hate danîn, li ser wê esas, civîna me ya bi Wezîrê Hundir re hate pêşxistin.   We bi Wezîrê Hundir re çi nîqaş kir?  YPJ çawa entegre bibe?   Di civîna 25’ê mehê de bersiv zelal dan ku di nav artêşê de niha nabe. Û ji bo vê jî civînekê, ji bo ku em, hem tiştê ku em dixwazin, ev hêzên me çawa beşdar bibe û hem heykeliya ku di nav Wezareta Hundirîn de niha bi çi rengî ye û em di ku de dikaribin cihê xwe bigirin. Him em nêrînên wan bigirin, him nêrînên xwe jî bixwazin bêjin. Di ser vê esas de, di wir de biryar hat girtin ku bi Wezîrê Hundirîn re jî civînek were pêşxistin. Hûrgilî esas di wir de hatin nîqaşkirin û ji bo wê ew civîn hate eyarkirin. Lê hebûna me li wir jî girîng bû helbet. Yane em merheleyek bidawî dikin lê mijarên ku nehatine zelalkirin hene, divê bên zelalkirin. Esas hebûna me ya li wir, ji ber vê yekê girîng bû. Yanî ji ber vê em dikarin bêjin niha têkoşîna me, girîng bû bi rastî. Helbet bi têkoşîna hemû jinan, em dikarin bêjin ku bi civat, gihîştin vê encamê. Weke yekîneyên me jî rewş ev e. Em bikaribin nîqaş bikin û bighîjin encamê. Lê ji ber ku wekî me diyar kir, hîn ne zelal e. Ez ji ber vê jî têkoşîna xwe didomînim. Ger ku bi şertên heyî em neyên qebûlkirin, wê demê em hebûna xwe çawa biparêzin? Têkoşîna xwe hîn bidomînin bi çi rengî be? Belkî pêşeroj baştir vêya zelal bike niha. Belkî ne di cîh de be ku em bêjin, li gorî bersivê ku were dayîn jî em dikarin rewşên xwe di berçav re derbas bikin. Lê encameke girîng em dikarin bêjin. Bi saya têkoşîna hemû jinan, em dikarin bêjin gihîştine vê encamê. Em bawer dikin wê ji bo Sûriya paşerojê jî gaveke girîng bibe.   ‘Jin di nav rêxistinbûnên heta niha de tunene’   Ji ber wê ji civîna 25 û 26’ê mehê de, yek heta niha me hêzên me, di nav hêzên leşkerî de cihê xwe girtibûn û di nava şeran de ev hêz hate avakirin, hate çêkirin, tecrûbê xwe hatibûn girtin. Rêxistinbûna yekîneyan heta niha ku hatiye çêkirin, li gorî vê rewşa heyî hatibû avakirin. Tecrûbeya me ya ku heye û rastiya vê hêzê, heta niha li ser vê esasê hatibû birêxistinkirin. Û ji dema ku ev tîfaqî hatibû kirin heta niha jî hêzên me, di nav van, lîwayê ku heye de xwe bi rêxistin kiribûn li herêma me tevahî de şekleke ku bi rêxistinkirinê hatibû çêkirin, hatibû avakirin. Lê di nav wezareta hundirîn de, gelek beşên xwe hene. Helbet, gelek qism û efra û beşên cuda ne. Yekîneyên me heta niha li gorî vê nehatine perwerdekirin, nehatine amadekirin. Rast e, di nava gel de bûn, ji bo parastina gel gelek erk û berpirsiyarî bicih anîne, lê wek hêzên ewlekariya hundirîn, di her warê de cuda ye. Esas daxwazê me yek jê jî ev bû. Ev li gorî vê rastiya hêzên me yê heyî û tecrûba ku heye, ku salên dirêj hatiye bidestxistin, wê hîn baştir, bi vî rengî bikare bi rola xwe bilîze, erkê xwe bi cih bîne. Ji ber wê di nav artêş, di nav hêzên leşkerî de me israr dikir. Lê dema ku bersiv hate gotin, me, viya demek jî nîqaş dikirin ku alternatîvê çi bibe?Çimkî ya girîng ji bo em em van hêzên xwe biparêzin, bi awayekî rêxistinkirî, herî baş, di nava ewlehiya hundirîn de hêzên erkên taybet, yan jî yekîneyên erkên taybet em bikarin bêjin. Ev hêz, bêtirê hêzên operasyonel in, bêtirê xwe di milê şer û tecrûbeya xwe yê ku heye, hîn daha zêdetir  em dikarin îfada xwe di wir de pêk bînin. Lê di nav ewlekariya hundirîn de, di nav hêzê de jin nînin. Heta niha rexistinbûna ku çêkirine, jin di nav de cihê xwe nedigirtin. Ji ber wê me vê daxwazê xwe anî ser ziman.   ‘Jixwe jin di nav hêzên ewlehiya hundirîn de hene’   Elbet wan vî gotine, di nav hemû beşên ewlekariya hundirîn de, jin dikarin cihê xwe bigirin û em jê re vekirî ne, yên wek wezareta hundirîn, wezareta ku zêdetir jin tê de beşdar bûne, li gorî yên din em dikarin bêjin, yan ne ku bi awayekî têrker e. Lê li gorî wezaretê dîtin, dîsan, derfetê ku jin beşdar bê zêdetir e û pêdivî jî heye bi rastî. Lê daxwazê me ne ev bû. Jixwe jin di nav hêzên ewlehiya hundirîn de hene, hejmarekî têrker e di herêma me de. Hejmarekî pir zêde, belkî ji gelek muhefazên din zêdetir jî hejmara jinan tê de hene. Tecrubeya xwe ya demdirêj jî heye. Daxwaza me ne li ser vê esasê ku em biçin derbasî wir bibin. Me vê îfade kir, dema ku me fêm kir ew bi vî rengî difikirin, esas yanê wekî takekes biçin serlêdan bikin ku der guncaw be yan jî ku bixwazin, dikarin beşdar bibin. Me daxwaza xwe wisa gotine, daxwazên me ne ev in, jixwe jin henin. Em dixwazin bi hêzê, bi vê ezmûna xwe ya ku heyî biparêze û hîn bêtir bi vê tecrubê xwe bikaribin tevlîbûneke xurtir bide çêkirin, zengînbûneke bêtir bi kar bide kirin, tecrûba xwe bi kar bike xizmeta parastina vê civakê. Li ser vê esasê, yekîneyên giranî erkên taybet. Erênî lê mêze kirin, yanê rast e, heta niha li herêmên din û hemû di nav van hêza de tune ye. Lê gotin em dikarin nîqaş bikin, ev awakî erênî em dibînin, yên wekî nêzikatiyeke ji we re vekirîbûne û îhtimaleke mezin em dikarin bêjin ku bi vî awayî beşdar bibe. Rêxistinbûna vê hêzê wekî tabûran sîstema wê diguherînin. Çimkî di wir de ji nû ve avakirineke heye. Ji bo me ne pirsgirêk e, yanê ya girîng, van hêzên xwe em wekî girseya xwe ku heye, rêxistinbûna xwe ku heye, em belav nekin, biparêzin. Tecrubeya ku heye, li ser hev bihêlin. Xweserbûna xwe bikaribe biparêze û heman demê bi awayekî aktîv bikaribe beşdar bibe. Yanê tenê vê hêzê wisa wekî fîzîkî jî wek hebûn, tenê parastina bikaribe bi awayekî aktîv erk û berpirsiyariya xwe bi cih bîne.   Ez dixwazim vê yekê jî pirsiyar bikim. Niha we got YPJ êdî wek Yekîneyên Erkên Taybet di nava Wezareta Hundirîn de cihê xwe bigre. Ev yek hatiye zelalkirin an jî nîqaşên derbarê de berdewam dike? Girêdayî vê mijarê wê ev yekîne li ku derê xwe birêxistin bikin? Rolê vê yekîneyê çi be, hûn hindekî hûrgiliyên wê mijarê dikarin bi mere parve bikin?   Wan jî got ev mijareke nû ye, ji bo me, emê nîqaş bikin bi yên eleqedar re. Ciyên ku hêzên me lê hene. Ji ber ku daxwaza me ku hêza me li van herêma ku niha lê ye, bimînin. Ji ber wê jî got em ê bi yên eleqedar re nîqaş bikin û bersivekê bidin we. Lê wekî min got tiştê ku me girt, weke erênî lê nihêrtinek heye. Îhtimalek mezin ku bibe. Em jî di vê hêvî û baweriyê de ne. Ji ber ku bi rastî tecrubeyên ku hene, heta ji bo Sûriyeyê tevahî jî bibe mînakek. Me gelek caran jî vêya gotin, lê niha em dibêjin ji bo herêma me, ev pêwîst e. Em bawer dikin wê bersiveke erênî bibe. Ji ber wê heta niha daxuyaniyekê di vê milê de zelal neda. Em li benda bersiva wan in. Di vê navberê de bi hêzên xwe re jî gerek em nîqaş kirin, çimkî hêzên me heta niha, li gorî ku wek hêzeke leşkerî, girêdayî lîwan, girêdayî artêşê were birêxistinkirin. Têkoşîna me her di vê mijarê de hat danîn. Hêza me jî li gorî vê xwe amade kiriye, teşekirina me ku niha heye, rexistinbûna me ya ku niha heye, li gorî vê ye. Pêdivî heye ku em jî bi hêza xwe re, bi van yekîneyên xwe re nîqaş bikin û ji gorî wê xwe amade bikin. Guhertineke di milê me de jî pêwîst e, demek ji bo yê me jî pêwîst e, em dê di vê mijarê de li ser rawestin.   Hejmareke diyar heye?   Yên weke hejmar me di hevdîtinê de jî bi hev kirin, ji 100 û 500’î zêdetir niha hêzên me yên leşkerî hene û me daxwazek wisa kir. Yanê li van herêmên ku niha hêzên me lê ne. Kobanê, Hesekê, Qamişlo, Dêrik yên di van herêman de, me xwe birêxistin kirî û daxwazê me ku carek di van herêman de bimîne. Wekî mantiqe ku hene, di van mantiqe de xwe birêxistin bikin. Heta niha wekî foç xwe rêxistin kiribûn, lê niha digotin em ê biguherînin, dibe ku bibe ketîbe. Pir pirsgirêk nabe ji bo yê me, ya girîng ku di van herêman de bi awayekî xweser bikaribin xwe biparêzin.   Heya niha Yekîneyên Parastina Jinê, perwerdeyên xwe, bi xwe didîtin, him di warê leşkerî de, him di warê fikrî de. Bi rastî gel vê yekê meraq dike, wê ji niha û şûnde, Yekîneyên Parastina Jinê, yanê şervanên Yekîneyên Parastina Jinê, perwerdeyên xwe çawa bibînin? Girêdayî vê yekê, şervan û fermandar perspektîfên xwe yekser ji kê digirin?   Daxwaza me, di hevdîtinê de jî me anî ser ziman ku ev yekîneyên me, bi fermandariyên xwe wê îndîmac bibe. Bi rengê rêxistinbûne ku tabûr be yan jî foç be, fermandarên xwe jî li gorî van qadên ku lê bimîne, li gorî vana xwe birêxistin bikin. Heman demê de di fermandariya vê hêzê de jî wek fermandarên jin jî di nav de cihê xwe bigirin. Me vê daxwazê xwe niha anî ser ziman. Ev pêvajo di pêş me de dê zelal bibe. Yanê gelek hûrgulî niha em nikarin bêjin zelal, bi vî rengî wê bibe. Lê tiştê ku me tê de israr kirî, heta niha û di hevdîtinê de jî me anî ser ziman, bi vî rengî. Perwerdeyên xwe elbet, pergaleke me ya perwerdeyê heye, vêya bidomîne. Di hundir de van perwerdeyên xwe ji bo ku hêza xwe heta niha heye, nihuya xwe yê ku heta niha heye, biparêze û heman demê de li gorî vê rêxistinbûna nû jî, perwerdekirineke nû lazim e helbet. Çimkî wekî erkên taybet, em hîna tam hûrgiliyê nizanin sîstema wan a perwerdeyê çawa bibe. Lê em dizanin tê de guhertineke pêwîst e. Lê li gorî erkên ku ji niha şûnde jî li gorî van jî perwerdeyeke nû lazim e. Ev jî di nîqaşên pêş de wê hîn bêtir zelal bibe. Lê di hevdîtinê de jixwe yên wan, yên berpirsê jinan jî amade bûn. Yê kuliya şirta yê şûrta jin û alîkarê wê jî her du amade bûn. Wan jî, nêrînên xwe anîn ser ziman.    Ev sîstema perwerdehiyê wê çawa bibe?   Jinên di nav hêzên di nav wezareta hundirîn de erk û berpirsiyariyên xwe û tevlîbûna wan çawa ye? Tiştê ku em dizanin ev kuliye, esas hemû jin, yên ku beşdarî nav hêzên ewlekariya hundirîn dibe, hemû di wan kuliyeyan re derbas bibin. Sîstemekê xwe yê wisa ava kirine. Yên ku niha nû beşdar bin, hemû di wir re derbas bibin. Lê hêzên me, ne nû beşdar dibin, ji ber ku berê tecrubeyeke xwe hene. Ev sîstema perwerdehiyê wê çawa bibe? Yanê niha kuliye, tenê navend li Şamê ye. Lê wan jî got em hîn nîqaş dikin, dibe ku hinek şubeyên xwe li herêmên cuda cuda vekin. Ev di pêşiya me de hinek mijar dibe. Ger ku ev zelal bibe û ev hêzên me beşdar bibe, wê demê pêdivî heye, çimkî hejmareke pir zêde jin jî li van herêman me hene. Di nav hêza Ewlekariya Hundirîn de û ev hêzên me yên YPJ jî beşdar bibin, pêdivî heye ku cihekî navendî yê perwerdehiyê jî di vê herêmê de hebe. Pêdivî heye elbet ger ku derbas bibe, ew ê îhtiyaceke xwezayî bi vî rengî bipêş bikeve. Di vê kuliye re derbas be yan jî şubeyên girêdayî wê di vê herêmê de pêwîst hene. Çimkî hejmareke pir zêde li vê herêma me hene, ev hejmar hemû biçin li navendeke perwerdehiyekê bibînin, dibe ku vêya têr jî neke. Ji ber wê yekê, pêdivî hebe ku hem li vê herêmê de gerek em cihên xwe yên navendên xwe yên perwerdehiyê ava bikin. Heman demê li gorî branşên xwe, li gorî erkên xwe, perwerdehiyên niha taybet jî, dibe ku were dîtin, em ji we re vekirî nin. Ev ku zelal bû, şûnde encex dibe. Çimkî niha pêvajoyeke danûstandinê ye, em dikarin bibêjin, tam zelal nebûye.     Niha, YPJ bi salan e têkoşîn dike. Her çiqas di warê têkoşîn û di warê şerkirinê de di raya giştî de bûye sembola berxwedanê, li kêleka wê him navê wê, cil û bergê ku pê şer kiriye, pê têkoşîn kiriye jî bûye sembola berxwedanê. Gel vê yekê meraq dike, navê wê dê were guhertin an wê navê wê bimîne? Di heman demê de sembola wê ya cil û berg jî wê were guhertin?   Ger ku îndimac bibe, niha li gorî yekîneyên ku beşdar bûne, were guhertin. Ji xwe heta niha israra me ne tenê ji bo nav e. Rast e, nav di cîhanê de bû sembola berxwedana hemû jinan. Ji bo me jî pir bi nirx e. Bawer dikin di dîrokê de cihê xwe girtiye û wê bidomîne jî. Yanê ev mîrasê ku hatiye avakirin. Lê israr di tenê ji bo ku nav em biparêzin, helbet ji bo me girîng bû, lê êdî ne mumkin e. Çimkî îndimacê ku çêbibe, mecbûr e tevlî kîjan hêzê bibin û nav were bikaranîn, çawa ku di qisa de jî bibêjim wekî pêvajoyeke bi dawî bû, yekser ne ku xelas bû, ne ku ew mîrasê wê çû, vala çû, derbas bû, bi vî rengî nîne jixwe. Di dilê her jinekê de, di dilê hemû civaka me de û dilê hemû jinên cîhanê de jî cihekî xwe girtiye. Ev ne bi nav û ne jî ku bimîne nemîne yan jî tevlî vir bû, tevlî vir nebû were rakirin. Em ne di vê baweriyê de ne. Heman demê de ji bo cil û berg jî wisa ye. Ev pêvajo ku li pêş me ye, hîn ewê viya zelal bike. Çimkî wekî me got israrê me di vê de ye ku vî rengî bidomînin. Yanê em bikaribin rêxistinbûna vê hêzê biparêzin.   ‘Ger ku neyê qebûlkirin, wê demê emê têkoşîna xwe bidomînin’   Di nav wezareta hundirîn de ger ku pêk were, wê demê ev pêvajo, yanê wek navê YPJ’ê, wê bi dawî bibe. Lê ger ku neyê qebûlkirin, wê demê emê têkoşîna xwe bidomînin. Çimkî, yan wekî ku ew bêjin wek takekesî werin serlêdan bikin, bi vî rengî yan jî di nav hemû beşên din de werin cihê xwe bigirin, daxwaza me ne bi vî rengî ye jixwe. Jinên ku di wir de hene û cihê xwe bigirin jî jixwe. Ew di pêşiya me de wê zelal bibe. Yanê li gorî bersivên ku em ji wan jî bigirin. Milekî din jî heye. Belkî hemû yekîneyên me viya qebûl nekin. Çimkî em nizanin, yanê heta niha nîqaşeke bi vî rengî venekiriye, îsrareke pir zêde hem ji hêza me hem ji civakê jî di vê milê de heye ku bi rengekî niha hebû, wek hêzeke leşkerî xwe biparêze, hebûna xwe. Em vê jî bi nirx dibînin helbet. Û dibe ku hinek kes nexwazin entegre bibin, nexwazin beşdar bibin, wê demê nîqaşeke din ji bo vê pêwîst e bi çi rengî bibe.   Yanî ya girîng ku bi vê şertê ku em bêjin ger ku were qebûlkirin, elbet daxwaza me, ku hemû şervanên me di vê çarçoveyê de tevbigerin. Çûnkî dîsa ji bo me serkeftineke girîng e ku em bi vî awayî hebûna xwe biparêzin. Bawer dikim hemû şervanên me jî di vê astê û zanebûnê de ne. Çimkî ya girîng ku em jinan û herêmên xwe biparêzin. Ger ku bi vî rengî wekî ku em dixwazin jî we re qebûlkirin, hinek kesên ku nexwazin, wê demê ancax beşdarî xebatên din bibin, yan jî, wek hêzekî YPJ’ê, wê wê demê zehmet be. Na ku şertê em dibêjin ku neyê qebûlkirin, ew wê demê nîqaşeke din ji bo wê lazim e. Yan jî ger bi vî rengî em dibêjin, bawerim hemû şervan dê li gor wê beşdar bibin.   Ez dixwazim vê yekê jî bipirsim. Niha ji destpêka hatina hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser desthilatê û heya niha jî, mafekî destûrî ku mafê hemî jinan diparêze û di nav de destkeftiyên jinan li Rojavayê Kurdistanê û YPJ’ê, di nav de nîne. We wekî YPJ’ê jî, li beramberî vê yekê gelek têkoşîn da. Her tim helwesta we ew bû ku em wek YPJ’ê hebûna xwe biparêzin. Ez dixwazim vê yekê bipirsim, bi vê lihevkirinê, lihevkirina ku niha çêbûye, hûn wekî YPJ dibînin ku ew lihevkirin destkeftiyên hebûna jinan li Rojavayê Kurdistanê diparêze, bi taybetî jî hebûna YPJ’ê?   Yanî hîn jî em bikarin bêjin beşdarbûna jinan kêm e bi rastî. Yanî ne di asteke ku tê xwestin, jixwe em nabêjin ku wek nîvenîv, yan jî pir hebûna xwe, bi awayekî ku tê xwestin temsîl dike di hemû qadan de. Jixwe ji ber vê jî ev hemla ku me dest pê kiribû ji bo YPJ’ê, û hemû civaka me û bi taybet ji jinan ku destek kirin li ser vê esasê bi rastî. Yanê em vê destkeftê, biparêzin, destkeftên xwe. Em hebûna xwe biparêzin. Ji bo Sûriyeke paşerojê ji nû ve ava dikin, bi rastî ev pir girîng e. Dibêjin xwe di milê leşkerî de ne mimkûn e, nikare. Lê tecrubeyek me ya deh salan heye. Rast e, belkî li hemû derê ev wisa pêk nehatiye. Lê di herêmê de tecrubeyek hatî bidestxistin, gelek deverên cîhanê îro mînak digirin.   Herî dawî, dixwazim vê yekê bipirsim. Li hêlekî ku şerê li Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûriyê, xetereyên ewlehiyê pir zêde ne. Û bi taybetî li Sûriyeyê niha xetera zindîkirina DAIŞ’ê heye. We weke Yekîneyên Parastina Jinê, bi taybetî li beramberî DAIŞ’ê şereke pir mezin meşand. Li hember xetereyên DAIŞ’ê, zindîkirina DAIŞ’ê li herêmê, bi çarçova parastina cewherî, tedbîrên we hene. Û di heman demê de wê rola we ya niha jî çi be?   Ez ji ber ku hêzeke ku bi civakê re dîrek di nav û têkiliyê de be. Jixwe heta niha jî pêdivî ku Yekîneyên Parastina Jinê jê hatine avakirin jî wiha bû. Him ji bo parastina jinê û parastina civakê, di heman demê de nêzîkatiyên şaş ku li hember civakê çêbe bikaribû li hemberî wê, nêzîkatiya rast çi ye, yan ji têkoşînekê daha rast din bidin nîşandan. Di nav hêzê de jî hebûna xwe wisa bi cih kir, heta niha mîraseke qezenc kir li ser vê hate avakirin. Dê ji niha şûnde jî ev, erkên taybet li hêzekî operasyonel, li gorî agahiyên rewşên xetereyekê ku li hember civakê hebin, dîsa ji bo ku li hember jinan jî, êrîşên ku bipêşkevin, bikarim çawa bikarim biparêzim, ev bi tevahî têkoşîna xwe emê bidomînin. Û xeterên ku hene wekî we anî ser ziman çi DAIŞ û çi rewşa herêmê em lê mêze dikin, têne meşandin û em di cihekî ku di orta vê de ne, bandor li ser me jî dike helbet. Li hemberî van hemû xeteran, hemû yekîneyên me, hêza me heta niha ku tecrûbeya xwe heye ji niha şûnde ji wê çawa erkê xwe bi cih bîne, ev wê bidomîne helbet. Lê ger ku lihevkirinek çêbibe, li gor rastiya heyî, li gorî qeydên ku hene, wê çawa were meşandin? Di nav wê de jî têkoşîna xwe bidomînim ku em ji bo parastina jinan di serî de û ji bo parastina civaka xwe em çawa bikarin erkên xwe bi cih bînin, emê li ser vê rawestin. Lê em vê jî bêjin tenê bi yekîneyan na. Yanî tenê bi hêz, em ê vê parastina xwe bi cih bînin.   ‘Xwe biparêzin malbata xwe, civaka xwe biparêzin’   Civaka me ez bawer dikim di vî warî de xwedî wê zanist û xwedî wê ezmûnê ye. Pratîkên salên derbasbûyî jî ji vê ji me re danîne ortê, em weke civakekê ku parastina xwe teslîmî tenê hêzên me yê heyî fermî wek çi heta niha jî me wisa digot tenê QSD hêz heye, ew ê me biparêze tenê, bes e. Têr nake, civak bi xwe xwe birêxistin kirin û herî zêdetir jî wekî jin me viya dît û hîn dizanin û roja îro jî, li gelek deveran mezin li jin, çawa têne qetilkirin çawa destrêjî têne kirin, pergala ku niha heye, di encam de demokrat nebûye, di encam de wek hev nebûye, azad nebûye, berovajî, weke min got xetereyê ku niha di herêmê de, di serî de jî DAIŞ bêjin, gelek çalakî û êrîşên ku van demên dawî jî bi pêş ketin ji ber wê. Ji her demê da hê zêdetir gelekî tedbîrên xwe em bigirin wekî civak, xwe bi rêxistin kirin. Ew xwe biparêzin malbata xwe, civaka xwe biparêzin û helbet li kêleka hêzên xwe cardin.   ‘Em dê parastina gel bidomînin’   Yanî van hêzên me cardin, yanî em bi taybetî wek Yekîneyên Parastina Jinê dibêjin, em hêzên vê civakê ne, ji bo vê civakê em hene û bi vê civakê em hene. Ji ber wê jî, çi tiştê ku were xwestin em jê re vekirî ne û emê bicih bînin heman demê de. Çi xeterek hebe, emê li pêşiya civaka xwe bin, ji bo ku vê civaka xwe biparêzin. Lê civaka me jî di vî warî de erk û berpirsiyarî dikeve ser milê wê. Bawer dikin û ji her demê da hê zêdetir gelekî em bi cih bînin. Yanî bi vê meselê em dibêjin me merheleyeke bi dawî kir, nayê wateya ku em rehet bibin û temam û her tişt qediyaye. Çimkî dîsa jî, di van rewşên herêmê de çi bibe, ne zelal e. Û dîsa di bin şert û mercan de, her tim parastina xwe gerekî em biparêzin. Yanî ne ji ber ku xeterî heye, tune ye. Em rihet bibin, rihet nebin. Em dev jê berdin, ya ji bo demekê ye. Yan jî ji bo merheleyeke bo êdî temam e. Rast e, em vê dibêjin, her demê dihizirin em ê xwedî li vê Sûriyeyê derbikevin, ji bo ku Sûriyeya demokratîk, Sûriyeya azad, Sûriyeya wekhev bibe, ji bo wê na heta dawiyê têkoşîn bikin, ji bo hemû pêkhateyên di Sûriyeyê de jiyan dikin. Lê di heman demê de ji bo hemû îhtîmala ku bipêşkevin jî gerek em amade bibin.