Li Stenbolê 1’ê Îlonê:Em ê têkoşîna azadiyê mezintir bikin 2026-09-01 19:32:09   STENBOL - Li Stenbolê Hêzên Ked û Demokrasiyê di  1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hatin gel hev û balkişandin ser pêvajoya aştiyê û bang kirin ku qanûna çarçoveyî bikeve jiyanê. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku pêvajoya ku ji zemîna pevçûnê derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bûye, bila bi aştî, mafê demokratîk û azadiyan temam bibe.   Bi pêşengiya  Hêzên Ked û Demokrasiyê bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji Peykerê Boga ya Kadikoy Altinyolê heta Qada Rihtimê meşiyan û daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Girse piştî hat Îskeleya Kadikoyê daxuyanî hate danîn. Daxuyanîji hêla aktivîsta TJA’yê Fîgen Yaşar ve hate xwendin.   ‘Em ê têkoşîna aştiyê mezintir bikin’   Fîgen Yaşar diyar kir ku li Tirkiyeyê pêşiya aştiyê vekin û got: “Piştî heyameke şer û pevçûnê ya zêdetirî pêncî salan, li Tirkiyeyê di navbera birêz Abdullah Ocalan û dewletê de hevdîtin pêkhatin û di encamê de mutabakatek derket holê; piştî vê mutabakatê bangewaziya Civaka Demokratîk hat kirin. û piştî bangewaziyê re jî, PKKyê xwe fesix kir û niha nîqaşên heyameke nû tên kirin ku êdî pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane be çareserkirin. Di vê pêvajoyê de zagona Qanûna Çarçoveyî li Meclîsê derbas bû. TBMM’yê weke gava yekem a ber bi aştiyê ve hat avêtin. Niha dem ew dem e ku ji bo demokratîkbûn û civakîkirina aştiyê ye. Ji ber ku aştiya mayînde tenê bi bêdengkirina çekan pêkan nîn e, lê bi mîsogerkirina demokrasî, azadî, hemwelatîbûna wekhev û edaleta civakî pêkan e. Demokratîkbûna Tirkiyeyê û têkoşîna hevpar û yekgirtî ya gelên Tirkiyeyê dikare bibe modeleke numûneyî ya pêşeng ji bo bi taybetî Rojhilateke Navîn û cihaneke bêyî şer, bêyî kedxwarî, wekhev û azad. Em ê têkoşîna aştiyê mezintir bikin. Divê pêvajo bi aştiyê temam bibe.”   ‘Heke em aştiyek bihonînin êdî tu ciwan jiyana xwe ji dest nade’   Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku hêzên hegomonîk şer rêxistin dikin û wiha axivî: “Şer kuştin e, her aştî ji şerê xweştir e. Îro hêviya aştiyê heye. Derfeta aştiyê heye. Xwesteka gelê Kurd a bi salan encax bi têkoşinê pêkan e. Berî çend rojan ez şi Amedê tev li şînek bûm. Dayikek ji min re got; min êş kişand bila tu dayik bila êş nekişîne. Îro kesên nizanin şer çî ye, dixwazin şer berdewam bike. Heke em aştiyek bihonînin êdî tu ciwan jiyana xwe ji dest nadê. Îro gelê Kurd tune neyê hiştin dê Tirkiye demokratîktir bike. Birêz Abdullah Ocalan jî ji bo xwîna ciwanan neyê rijandin têkoşe. Li gel aştiyê bisekinin, bi vê dê xwestekê gelê Kurd û Tirkan pêk were.”   Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.