Li Dirbêsiyê daxwaza perwerdeya bi kurdî 2026-09-05 15:16:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarê Dirbêsiyê li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarê zimanê kurdî de daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman.   Şêniyên bajarê Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya girêdayî dayîna tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de, xwepêşandanek li dar xist.   Mamoste, endamên saziyên sivîl û meclisan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên tevgerên ciwan û jinan li bajêr tev li xwepêşandanê bûn.   Xwepêşandanê ji Qada Jinan bi sloganên “Bê ziman jiyan nabe” dest pê kir û li pêşiya Rêveberiya Dibistanan a li bajêr rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtinê bi navê şêniyên bajarê Dirbêsiyê ji hêla mamoste Hojîn Hêrz ve daxuyaniyek hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara wezaretê kêmkirina mafê esasî ya gelê Kurd e, zimanê kurdî nikare bi biryarên siyasî were sînordarkirin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nabe ku bi 3 saetan tenê were dayîn.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin divê Sûriyeya nû li gorî naskirina pirrengiya neteweyî, zimanî û çandî were avakirin, divê zimanê kurdî bê naskirin, biryar li ber çavan bê girtin û bê guhertin.   Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo parastina zimanê kurdî, misogerkirina mafê nifşên bê yê perwerdeya bi zimanê dayikê dê têkoşîna wan bê berdewamkirin.