Piştî 6 salên girtîmayînê: Hebûna me hat qebûlkirin dema jiyana bi hev re ye 2026-09-08 09:06:32   ÎZMÎR - Siyasetmedar Medîne Orhan diyar kir di dema girtîbûna xwe de hişmendiya wê ya derbarê nasnameya Kurd û têkoşîna jinan de kûrtir bûye û wiha got: "Hebûna me hatiye naskirin; êdî dema jiyaneke bi hev re a demokratîk e."   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ku piştî bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibata 2025'an de derbasî qonaxeke nû bû, niha bi nîqaşên li ser bidawîanîna pevçûnan û avakirina aştiyeke mayinde berdewam dike. Her ku pêvajo pêşve diçe, mijarên wekî çareseriya demokratîk, rêziknameyên qanûnî û awayê xurtkirina jiyana hevpar jî derdikevin pêş. Ev pêvajoya nû ku piştî demeke dirêj a pevçûnan dest pê kir ji bo jinan xwedî girîngiyeke taybet e; ji ber ku armanc dike aştî di hemû warên jiyanê de kûr bibe û derfetê bide nifşên pêşerojê ku di hawîrdoreke dûrî şer de mezin bibin.   Siyasetmedar Medine Orhan, ku di 27'ê Tebaxê de ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê hat berdan, behsa dema girtîbûna xwe, bandor û encamên wê, têkoşîna jinan û nêrînên xwe yên derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de kir.   Medine Orhan dema ku Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû li navçeya Tozan a Îdirê bû, di sala 2016'an de li Îzmîrê hat binçavkirin û piştre bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Piştî ku li girtîgehên Qers, Erzirom, Bayburt û dawiyê jî li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê ma, ji aliyê Yekem Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê ve cezayê şeş ??sal û sê mehan lê hat birîn. Piştî ku nêzîkî salekê girtî ma, di danişîna xwe ya yekem de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê hat berdan; lêbelê piştî ku Dadgeha Bilind cezayê wê erê kir, di 20'ê Çileya 2021'ê de ji nû ve hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê. Medine Orhan piştî temamkirina cezayê xwe, di 27'ê Tebaxê de ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hat berdan.   Pêvajoya girtinê   Medine Orhan diyar kir ku operasyonên siyasî piştî ku ew bû Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Tozanê dest pê kirin û da zanîn ku ew di sala 2016'an de li Îzmîrê ku ji ber nexweşiya bavê xwe li wir dima hatiye binçavkirin. Medine Orhan anî ziman ku piştî binçavkirinê ew birine Îdirê û got: "Li wir lêpirsîna min dest pê kir û piştre ez hatim girtin. Piştî ku şevek an du şevan li Îdirê mam, ez sewqî Qersê hatim kirin. Piştî ku nêzîkî 23 rojan li Qersê mam, min şandin Erziromê. Dema ku ez li Erziromê gihîştim hevalên ku xwediyê heman nêrînan bûn, ez rehet bûm. Piştî ku çend mehan li wir mam, sirgûnkirina girtiyên siyasî dest pê kir û ez ligel komek hevalan şandim Bayburtê. Piştî ku nêzîkî heşt mehan li Bayburtê mam, di danişîna yekem a dadgehê ya sala 2017'an de hatim berdan."   ‘Min têgihîştineke çêtir a dozê bi dest xist’   Medine Orhan a ku piştî Dadgeha Bilind cezayê wê pesend kir, di 20'ê Çileya 2021'ê de cara duyemîn hat girtin û vê carê şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê guhertin û veguherîna ku di dema girtîbûna xwe de jiyaye, bi van gotinan anî ziman: “Dema ez hatim girtin û tevlî hevalên xwe bûm, min hewldaneke mezintir da ku tiştan fêr bibim û wate bidim wan. Ji ber ku dema ez di nava partiyê de bûm û tevlî çalakiyan dibûm, min nedikarî bi temamî lêhûrbûnekê zêde bi xwe re çêbikim. Di wê pêvajoyê de min ev tişt fêm kirin. Dema ez di girtîgehê de bûm, min bi kûrahî bala xwe da ser vê yekê. Min ji hevalên xwe alîkarî û piştgirî wergirt. Wekî dayikekê, gelek kêliyên min ên hestyarî çêbûn. Dema ku min zehmetî dikişandin hebûn, bi taybetî ji ber zarokên xwe. Lê min fêm kir ku divê ez ji bo zarokan têbikoşim. Bi saya hevalên xwe ez bi hêz mam. Ez bi rastî spasdarê wan im. Ez wateya hevaltiyê fêr bûm. Min têgihiştineke çêtir a dozê bi dest xist.  Bi gotineke din, wekî Kurd, em tenê bi nav hebûn, lê bi rastî em wekî xwe nebûn.”   ‘Lêhûrbûna min li ser pêvajoyê jî çêbû’   Medîne Orhan, bi destnîşankirina ku wê di dema girtîbûna xwe de bala xwe daye ser nasname û zimanê Kurdî diyar kir ku divê ew windahiya ziman ya ku wê bi xwe jiyaye, derbasî zarokên wê nebe û got: "Ez Kurd im, lê ez nikarim bi awayekî baş bi Kurdî biaxivim. Vê yekê gelekî bandora neyînî li min kir. Jixwe, eger ez îro nikaribim bi zimanê xwe biaxivim, bêguman zarokên min jî dê nikaribin. Di vê pêvajoyê de min arman dîn pêşiya xwe. Ez ne tenê ew Medineya berê an jî dayikek im; ez jineke ku ji bo dozekê têdikoşe me. Ya ku civakê bi teşe dike û civakê tîne gel hev jin e. Min fêm kir ku pêwîst e ez asta hişmendiya xwe bilind bikim ; hem wekî dayik û hem jî wekî jin. Min hewl da ku xwe bêhtir pêş bixim û di hundirê xwe de guhertinên girîng pêk anîn. Bi kurtasî, ez bi awayekî çalak tevlî pêvajoyê bûm û min hewl da ku wê fêm bikim."   ‘Hebûna me hate naskirin; dema jiyana bihev re ya demokratîk e’   Medîne Orhan, anî ziman ku qonaxa di pêvajoyê de hatiye bidestxistin dilxweşker e, bal kişand ser girîngiya bidawîanîna pevçûnan û avakirina aştiyê. Medîne Orhan diyar kir ku gelê Kurd qet alîgirê pevçûnan nebûye û got: “Kes naxwaze zarokên xwe di nava pevçûnan de mezin bike. Li cihê ku pevçûn hebe, jiyan nîne. Ew qonaxa ku îro em têdene, bi rastî cihê serbilindiyê ye. Di vê qonaxê de qanûnên nû hatine derxistin. Heman rastiya derxistina van qanûnan, tevî li Parlamentoyê jî wekî delîlek ji bo hebûna Kurdan e. Kurd her tim wekî Kurd hebûne, lê îro cîhan wan nas dike. Cîhan derbarê rabirdû û dîroka Kurdan de, herwiha jiyana wan a civakî, çand û piştevaniya wan de xwedî agahî ye. Hebûna me hate naskirin. Qonaxa din, parvekirina jiyaneke bi hev re û demokratîk e. Baweriya min a tam bi vê yekê heye û ez ê ji bo wê têbikoşim. Divê em ji bo siberojeke baştir, ji bo pêşerojê û ji bo ciwanên xwe bixebitin, da ku êdî tu dayik rondikan nebarînin.”    'Ji bo pêvajo rast bê destgirtin divê Îmrali Muhatap be'   Medîne Orhan bal kişand ser pêwîstiya bi hev re birêvebirina pêvajoyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê ve û got: “Divê Birêz Abdullah Ocalan, wekî rêberê rêxistinê û Serokkomarê Tirkiyeyê vê pêvajoyê bi hev re bimeşînin. Sedem ew e ku niha provokasyon û hewldanên welatên cuda hene ku dixwazin pêvajoyê rawestînin. Kesên ku vê pêvajoyê naxwazin, dixwazin wê têk bibin û piştgiriyê nadin aştiyê. Ez bawer dikim ku ji bo pêvajo li ser bingeheke xurt pêş ve biçe, divê Îmrali jî aliyek be. Piştî şerekî pêncî salî, hişmendiyeke wiha derketiye holê ku em bi baldarî û bêyî şaşitiyan pêş ve biçin. Em ê ji bo zarok û ciwanên xwe pêşerojeke geş bihêlin. Em ê dîroka kal-pîrên xwe û kevneşopî û çandên civaka xwe bi wan re parve bikin. Ez bawer dikim ku em ê werin cem hev û di êş û şahiyên xwe yên hevpar de bibin yek.”