Li Êlihê banga aştiyê: Divê Abdullah Ocalan azad be 2026-09-09 16:50:29     ÊLIH-Welatiyên ku di merasîma bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan de axivîn, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîanîna şer kirin.   Li Êlihê, ji bo kesên ku di dem û cihên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, merasîmên bîranînê tên lidarxistin. Çalakiya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya ji bo Malbatên ku li Dergûşa Şaristaniyêm Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) li Mala Şînê ya 19'ê Gulanê hat organîzekirin, bi beşdariya berfireh a gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam kir.   Welatiyên ku ji bo rêzgirtina li bîranîna kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan hatibûn cem hev, bal kişandin ser pêwîstiya avêtina gavên şênber ji bo pêşvebirina pêvajoyê û ev peyam dan: "Bila êdî ne dayikên leşkeran û ne jî dayikên gerîlayan bigirîn. Em ji bo hemûyan xemgîn in; dilê me ji bo her yekî ji wan dişewite. Em dixwazin ku ev şehîd bibin yên dawî."