ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2026'AN 2026-09-12 09:00:00   *Hûnermend Bermal Çem ku deng û jiyana 25 hunermendên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane anî gel hev, got ev stran bi deng û awazê bi sînor nîne û got: “Her gotinek heqîqet û lêgerîna şehîdan vedibêje. Her çîrokek watedar e û mifteya jiyana bi rûmet e.” DÎMEN HEYE   *Parêzer Çîgdem Ertak der barê qanûna çarçoveyî ku di çarçoveya ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de ket meriyetê, di alî jinan de  nirxand û da zanîn ku divê ne tenê di asta nûneriyê de divê jin bi îrade, fikr û tecrubeyên xwe bibin kirdeya esas  a pêvajoyê. DÎMEN HEYE   *Jîna Emînî di 13’ê îlona 2022’an de li Tehranê ji aliyê ‘polîsên ahlaqê’ve  hat binçavkirin û piştî îşkenceya giran ku rakirin nexweşxaneyê di 16’ê îlona 2022’an de jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina wê protestoyên li Seqizê dest pêkirin, ev protesto bi dirûşma  "Jin jiyan azadî" li hemû Rojhilat, Îran û cîhanê belav bûn.   *Di merasîma bîranînê de ku li navçeya Hezexê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat lidarxistin, malbatan êşa xwe parve kirin. Dayikên ku wêneyên zarokên xwe bi rengên sor, zer û kesk xemilandibûn, daxwazên xwe yên aştiyê dubare kirin û gotin: "Ew hemû zarokên me ne." DÎMEN HEYE   *i cangoriyên ku yek jê jiyana xwe ji dest da Nuriye Çelîk (Sorxwîn Amed) e. Dayik û Meta wê dest nîşan kirin ku ew ji bo azadiya welat, nasname û ziman çûye û gotin, ji ber vê yekê êdî bila aştî pêk bê. DÎMEN HEYE