Hejmara nû ya Kovara Jinê derket 2026-09-13 10:12:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 185’an a Kovara Jinê bi berga "Ji Şînê Ber Bi Aştiyê Ve: Rastî û Jiyanek Hevbeş" derket.   Kovar di vê hejmara xwe ya nû de bi nivîsên xwe yên berfireh balê dikişîne ser mijarên girîng ên wekî aştî, rastî, şîn, edalet, bîra civakî, azadî û ji nû ve avakirina hevjiyanê.   Di vê hejmarê de ku nivîskar û lêkolînerên cûda cih digirin, gelek mijarên têkildarî pêvajoyên civakî û siyasî tên nirxandin. Sernavên sereke yên ku di vê hejmarê de cih digirin ev in:   “* Ma Aştî Bêyî Dîtina Gorekê Dikare Were?” – Dîlan Babat   * Roja Piştî Aştiyê: Kî Dê Hevjiyanê Ava Bike?” – Atiye Arikan   * Şer, Mirin û Şîn” – Huda Kaya   * Elewî û Hejmara Danezanê” – Yûksel Mutlu   * Ma Sosyolojiya Azadiyê Mimkun e? Ji Perspektîfa Azadiya Kurdan Ve Ji Nû Ve Ramankirina Civakê” – Gulîzar İpek”   Kovara Jin bi van mijarên ku di nava civakê de rojev e, perspektîfeke nû pêşkêşî xwendevanên xwe dike.