PJAK: Qadên berxwedanê dagirin 2026-09-14 10:18:14   PJAK'ê bi wesîleya salvegera 4'emîn a şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' bang li gelan kir ku qadan veguherînin qadên têkoşînê, peyama yekîtiyê bidin û dilsoziya xwe ya bi şoreşê re nîşanî tevahiya cîhanê bidin.   Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya salvegera 4'emîn a Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' daxuyaniyek da.   Daxuyanî wiha ye: “16’ê Îlona 2026’an salvegera çaremîn a raperîna berfireh û şoreşgerî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Bi wesîleya vê roja dîrokî, Partiya Jiyana Azadiyê ya Kurdistanê (PJAK) hemû şehîdên vê şoreşa mezin ên ku canê xwe yê giranbiha di oxira azadî, rûmeta mirovahiyê û rizgariya gel de feda kirin bibîr tîne. Xwîna paqij li ser kevirên kolanên bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê rijandin ku çiraya ronahiya paşerojeke azad, demokratîk û ekolojîk neyê vemirandin. Nav û bîranîna van şehîdan wê her tim di bîra dîrokî ya hemû gelan de zindî bimîne û girêdanbûna me ya bi rêya wan, pîvana ku tu carî nayê jibîrkirine.   Çar sal berê, di 16’ê Îlona 2022’an de, qetilkirina Jîna Emînî ya hovane ku ji aliyê hêzên rejîma desthilatdar ve, bû şewqeke ku agirê hêrsa bi salan a gelên Îranê gur kir. Eşkere ye ku ew sûc ne tenê qetilkirina keçeke ciwan a Kurd bû, lê belê sembola tevahiya dijberiya jinê, bêedaletî, cudakarî, serkutkirin û komkujiyên ku li ser bedena civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatine ferzkirin bû. Gel ji Bakur heta Başûr, ji Rojhilat heta Rojava daketin kolanan û bi dirûşmeya dîrokî ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ragihandin ku ewê êdî zextê qebûl nekin. Ev serhildana şoreşgerî, bi lez bû tevgereke berfireh ku sînorên erdnîgarî, neteweyî û çînî derbas kir. Di heman rêveçûnê de, serhildanên Kanûna 2025’an bi heman ruhê berxwedanê û vîna giştî pêk hatin û careke din îspat kirin ku şoreş berdewam dike. Di wan rojan de gel careke din li kolanan sekinî û tevî komkujî û herikîn xwînê, îradeya xwe ya azadiyê nîşan da.   Ev komkujî her çend bi êş û giran bûn jî, nekarîn agirê şoreşê vemirînin. Berevajî, ew kûrtir û bireh kirin. Îro, 4 sal piştî wê roja dîrokî, em bi yekdengî radigihînin ku ev şoreş berdewam dike. Destketiyên wê yên çandî, zayendî û civakî ewqas berfireh û kûr bûn ku di navenda civaka Îranê de cih girtin. Guherîna nêrînên li ser maf û azadiyên jinan, pêşxistina ferhengeke berxwedana sivîl, xurtkirina hevkariya civakî û avakirina torên hişyarkirinê, hemû nîşaneyên vê guherîna bingehînin. Ev destkeftî berdewama tevgera pêkhateyên cuda yên civakê ne. Gav bi gav dibe destkefteke siyasî, serketineke temam. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêvajoyeke dîrokî kerameta giştî ya civakê ye heta azadiyê û dadperweriyê wê demam bike.   Hevrêtiya tevgerî û şoreşgerî ya neteweyên cuda yên Îranê li qadên îro, dewama rast û cewherî ya heman şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Ev yekrêziya ku ji Rojhilatê Kurdistanê heta Belûçistanê, ji Azerbaycanê heta Xuzistanê û ji Gilanê heta Sîstanê pêk tê, nîşaneya têgihîştina hevpar a hemû neteweyan a çarenûsa yekbûyî û têkoşîna hevpar a li dijî zilmê ye. Divê ev rêbaz bi îrade û beşdariya çalak a hemû neteweyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam bike da ku dengek neyê girtin û tu netewe neyê paşguhkirin. Tenê bi rêya vê hevkariyeke rastîn û wekhev dikare bingehên Îraneke azad, demokratîk û piralî bê danîn.   Rola jinan a di vê şoreşê de roleke navendî û pêşeng lîstiye û heye jî. Dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ne tenê dirûşmeyeke siyasî ye, lê belê ji felsefeyeke kûr a li ser rûmeta mirovahiyê, mafê jiyana azad û rizgariya ji astengiyên zayendî pêk tê. Ev dirûşma felsefî, jinan di navenda guhertinê de dihêle û radigihîne ku bêyî azadiya jinan, azadiya her kesî ne pêkane. Jinên Kurd bi serbilindî pêşengên vê yekê bûn. Jinên Îranî, li hemberî pergala mêrsalar û nîjadperestiya serdest, bi wêrekiyeke bêhempa derketin qadan û bi amadebûna xwe ya li kolanan û hemû qadên berxwedanê, nîşan dan ku pêşengên rastîn ên vê şoreşê ne. Ew ne tenê qurbaniyên sereke yên serhildanê ne, lê belê stûnên sereke yên paşeroja azad û demokratîk a Îranê ne ku rastiya jina azad gerdûnî kirine. Felsefeya vê dirûşmeyê têkiliya di navbera rizgariya jinê, mafê jiyaneke hêja û azadiya siyasî de nîşan dide û her kesî bi bîr dixe ku têkoşîna demokrasiyê bêyî têkoşîna wekheviya jin û mêr bi ser nakeve.   Îro Îran di rewşeke aloz û nakokî de ye û bi Amerîka û Îsraîlê re di nava şer de ye. Eger ev şer bi vîna gelê Îranê nebe sedema guhertinê, wê metirsiyeke mezin bi xwe re bîne. Şer wêrankirina binesaziyê, ziyanên mezin ên canî, kûrbûna xizanî û neheqiyê, bi taybetî jî xurtkirina avhewaya ewlehiyê û serkeftina navxweyî ye. Eger rê li ber azadiya neteweyan veneke, wê zêdetir zirar bike. Rêya herî baş a guhertin û veguherîna demokratîk, demokrasî û demokratîkbûna tevahiya Îranê bi vîna gel û têkoşîna sivîl û siyasî ya navxweyî ye. Şerên li derve û têkçûnên li hundir divê nebin sedema lawazkirina hêza demokratîk a civakê. Tenê bi xurtkirina rêxistinên demokratîk, berfirehkirina azadiyên sivîl, misogerkirina mafên hemû netewe û pêkhateyan, avakirina derfetên nîqaşa azad û beşdariya giştî em dikarin bigihîjin paşerojeke hêja û dadperwer.   Partiya Jiyana Azadiyê ya Kurdistanê (PJAK), bi wesîleya bîranîna hemû şehîdên vê şoreşê, em careke din girêdanbûna xwe ya bi rêya wan dubare dikin, pêşxistina destkeftiyên çandî û civakî yên şoreşê, yekîtiya hemû neteweyan, pêşengiya jinan û hilbijartina rêya demokratîk piştrast dikin. Em her wiha bi tundî pêla desteserkirina berfireh a ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve berdewam dike û pêla darvekirinan pêş dikeve şermezar dikin. Dema ku dewleta Îranê bi  dewletên hevrik re di nava şer û pevçûnan de ye ku metirsiyên giran li ser gelan çêdike, civak ji bilî ku van metirsiyan bi rêya beşdariya çalak a di qad û meydanên cuda yên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ de ji holê rake, ti rêyeke din nîne.   Bi vê wesîleyê, em hemû gelan, bi taybetî jinan, ciwanan, rewşenbîran, mamosteyan, karkeran, xwendekaran, hemşîreyan, xwendekaran, karsazan û rêxistinên sivîl, mafên mirovan û hawirdorê, nivîskar, hunermend û xebatkarên din ên li hundir û derveyî Îranê daxwaz dikin ku di salvegera 4’an şoreşê de, hemû qadên jiyanê careke din bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tije bike. Bi wesîleya salvegera şoreşê, em hemû gelan û bi taybetî netewa Kurd vedixwînin ku di 16’ê Îlonê û salvegera hemû şehadetên têkildarî şoreşa ‘Jin, Jiyan,Azadiyê’ de, li bajarên ku têkoşerên şoreşê lê şehîd bûne, li ser gorên wan amade bibin û peyama yekitî û dilsoziya bi şoreşa xwe re bigihînin hemû cîhanê.”