Jîna Emînî xeteke mîrateyê hişt 2026-09-16 09:04:18   Melîke Aydin   STENBOL- Fatma Yenî da zanîn ku berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî hatiye destpêkirin, ji jinan re mîrateyek berxwedanê ya mezin hiştiye û got aştiyeke li Rojhilata Navîn bê avakirin bi kirdebûna jinan pêkan e.   Li Îranê di 16’ê îlona 2022’an de  Jîna Emîn ku ji aliyê ‘polîsên ahlaqê’ ve hat binçavkirin û piştre hat qetilkirin. Piştî vê hêrsa jinên Kurd û gelên Îranê herikî kolanan û teqiya.  Berxwedana bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ ya li ser gora Jîna Emînî hat berzkirin, bilind bû di demek kurt de sînorên Îranê bezand û li gelek welatan belav bû.   Tevî çar sal di ser qetilkirina Jîna Emînî re derbas bûye dirûşma ‘jin jiyan azadî’ dibie îfadeya daxwaza jiyana azad û wekheviyê ya jinan.  Li Îranê mudaxaleya li hember nasnameya Kurd li her qadê didome. Li Tirkiyeyê jî li dijî çalakiyên Jîna Emînî astengî û zextên polîsan, nîşan didin ku zextên li pêş jinan didomin.   Ji Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Stenbolê Fatma Yenî da zanîn ku qetilkirina Jîna Emînî parçeyek polîtîka zextê ya li ser jinên Kurd e û got mîrateyek berxwedanê ya jinê ya li dijî rejîma Îran û serdestiya mêr hiştiye.   ‘Nasnameya jina Kurd nayê nasîn’   Fatma Yenî diyar kir ku li Îran û her çar parçeyên Kurdistanê li ser gelê Kurd û bi taybet jî li ser jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet û zextên giran tên meşandin û got: “Dema Jîna Emînî hat qetilkirin Rojhilata Navîn bi şer û pevçûnan hatibû dorpêçkirin.Li Rojhilat Jinên Kurd li dijî nenaskirina nasnameya jinên Kurd têkoşîn dan. Jîna Emînî jî bû hedefa pergalê. Nasnameya jinên Kurd nedihat nasîn.  Jîna Emînî ji ber li dijî vê pergalê keziyên xwe bi awayekî azad vekir û derket kolanê hat qetilkirin.”   ‘Mirina Jînayê veguherî azadiyê’   Fatma Yenî got jinan di merasîma cenazeya Jîna Emînî de laçikên xwe derxistine û wiha berdewam kir: “Ev çalakî hat wateya dîtina daxwaza azadiya jinan. Feraseta azadiya jinên Kurd di kalibên  diyarkirî de nayê sînorkirin. Jinên Kurd ne jinên Kurd yên berê ne. Em îro dewletên serdest ditirsînin. Em jinên Kurd, Elewî, Êzidî bi hev re dimeşin.  Dengê jinên Kurd gihişt cîhanê. Îran kesên ku dibêjin ‘em Kurd in’, hunermend, jin, helbestkar hemû kesî digire û darve dike. Dibêjin ‘hûn tune ne.’ Piştî qetilkirina Jîna Emînî ji Ewropayê heta Hîndîstanê li gelek deverê jin bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ daketin kolanan. Ev çalakî nîşaneya hêrsa ku li Îranê derketiye holê ye. Mirov hatibûn asta ku nikarin bîhna xwe bigirin. Li her derê dibin mudaxale û zextan de bûn.”   ‘Hêrsa hevpar a jinan bû yek’   Fatma Yenî axaftina xwe wiha domand: “Ji gelên cuda jin tevli pêvajoyê bûn. Tenê yên mexdur ne jinên Kurd in, hemû civak in. Sînorkirina jinan bêguman bi civakê re nerehetiyek ava kir.Jinan di têkoşîna azadiya Rojhilata Navîn de rola pêşeng lîst. Pergalên kapîtalîst û emperyalîst civak ji hev kirin. Di sedsala dawî de jinan pêşengiya gelek tiştî kir. ne tenê li Rojhilat li her derê cîhanê jinên Kurd pêşengiyê dike.  Bê jinan jiyan nabe. Feslefeya ‘Jin jiyan azadî’ azadiya jinan esas digire. Em azadiya jinê û civakê ji hev cuda nagirin. Jin azad nebe civak jî azad nabe. Ji ber jin kirdeya jiyanê ye.”   ‘Em zîhniyeta me tune dihesibîne qebûl nakin’   Fatma Yenî bi lêv kir ku jin zextan qebûl nakin û wiha bi lêv kir: “Zexta civakê heye jê re dibêjin kevneşopî û çand. Lê ev ne çande. Ev feodalîzm û tiştekî cudaye. Zîhniyeta ku jinan dike bin konrola xwe azade gelo? Na. Em hene û dijîn. Em di esasa felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ de hene. Navê Jîna Emînî li cîhanê wek ‘Mahsa Amînî’ hat dîtin. Ev jî bi înkakirina nasnameya Kurd a li Îranê re eleqedere. Li Tirkiyeyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakî pêk hatin û jinên cuda hatin gel hev.  Bi, pêşengiya jinên Kurd gelên Tirkiyeyê jî parast. Jinek hatibû qetilkirin. Hemû jin tevli van çalakiyan bûn. Xwedî li têkoşîna jinên Rojhilat derketin.”   ‘Polîsan nehişt jin bên gel hev’   Fatma Yenî  balkişand ser  çalakiyên Jîna Emînî yên li Tirkiyeyê û astengiyên polîsan û got: “Di çalakiyan de ji bo em dengê xwe nedin bihistin em dorpêç kirin. Nexwestin jin bên gel hev û dengê xwe bidin bihistin. Li dijî navê jina Kurd bê tehemuliya wan hebû. Wek mudaxaleyên li Îranê li dijî çalakiyan hat kirin, li vir jî hat jiyîn. Li Tirkiyeyê nehiştin jinên Îranê dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berz bikin.”   ‘Divê jin bibin kirdeya aştiyê’   Fatma Yenî berxwedana jinan a li Rojava jî mînak nîşan da û anî ziman ku fikra azadiya jinê êdî gihiştiye nokteyeke ku vegera wê tune ye û da zanîn ku êdî bi tu awayî nikare pêşî li berxwedana jinê bê girtin. Fatma Yenî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mîrateya Jîna Emînî hiştiye bi têkoşîna azadiya jinên li Îranê sînor nîne. Em dixwazin di pêvajoya muzakereyê ya li Tirkiyeyê tê meşandin de di maseyên aştiyê de wek kirde bi nasnameya jinê runin û aştiyê bi civakê re ava bikin. Jinên Kurd nikarin ji derveyê mazeyên muzakereyê bên girtin.”