Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir 2026-09-16 14:50:19   ENQERE - Însiyatîfa Yekitiya Demokartîk tekildarî salvegera qetilkirina Jîna Emînî daxuyanî da û got: “Jin di Rojhilata Navîn de çirûska azadî û demokrasiyê ne.”   Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya 4'emîn salvegera kuştina Jîna Emînî daxuyaniyeke niviskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xwepêşandanên ji ber kuştina Jîna Emînî li hemû cîhanê deng vedane û wiha hat got: “Rejima tepeserker a Îranê bi dehan salan in di serî de jin li ser gelê Kurd û li dijî hemû gelên azadîxwaz polîtîkayên zilm û zordariyê bênavber didomîne. Armanca van hemû zextan bêguman bêdengkirina daxwaza azadî û demokrasiyê ye. Lê Jina li dijî polîtîkayên tepisandinê wekî ala têkoşîna azadiyê li Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn bilind bû. Herwiha Jina ji bo hemû jinên li cîhanê bû dengê “Jin, Jiyan, Azadî!” Lewra zelal e ku rejima Îranê, polîtîkayên herî zordar li ser jinan dimeşîne. Îro li zîndana Evînê hê jî ev zilm didome. Lewra jin tên desteserkirin û derbarê wan de biryarên darvekirinê tên girtin. Lê hê jî têkoşîna Pexşan, Werîşa û Şerîfeyan wekî têkoşîna azadiyê didome.”   Însiyatîfê di daxuyaniyê de diyar kir ku qetilkirina Jîna Emînî giriniya yekitiyê jî nişan daye û wiha domand: “Lewra tevî astengkirina çalakî û xwepêşandanan bi deh hezaran kes ji bo azadiyê herikîn qadan. Gelê Kurd hişyar e ku her êriş û zexta li ferdekî Kurd jî hemû civakê hedef digire û armanç dike ku hişmendiyeke hevpar pêk neyê. Lê dema ku Jina hat qetilkirin gelê Kurd nav û dengê wê wekî ala yekîtiyê li çar parçe Kurdistanê bilind kir. Hêzên navneteweyî û herêmê divê bang û daxwaza azadiyê ya jinan paşguh nexin. Lewra ji bo pêşketin û geşbûna civakê bê jin pêk naye. Jin li Rojhilata Navîn çîrûska azadî û demokrasiyê ne. Em bi banga yekîtî û piştevaniyê têkoşîna gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê û hemû daxwazên azadiyê yên gelên Îranê xwedî derdikevin û di 4'emîn salvegera kuştina Jina Mahsa Amînî de wê û hemû kesên ku hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin.”