Ji Rêxistina Efûyê rapora Îranê: Derbarê 87 kesan de lêpirsîn 2026-09-16 15:33:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyarkir ku ji ber pêkanîna sucên li dijî mirovahiyê, divê tedbîrên yasayî yên tûnd li dijî 87 berpirs û fermandarên paye bilind yên Îranê werin girtin.   Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûya Navneteweyî Agnès Callamard li paytexta Ingilîstan Londonê, di civînek çapemeniyê de ragihand ku wana lîsteyek ji navê 87 berpirs, fermandarên paye bilind yên hêzên ewlehî û wezareta navxwe ya Îranê amadekirine.   Callamard da diyarkirin ku ew kesên navên wan di lîsteyê de cihgirtine, raste rast ji çewisandin û binpêkirinên giran ên mafên mirovan berpirsin. Li gor gotina Callamard, sucên ku van berpirsan kirine, dikevin çarçoveya sucên li dijî mirovahiyê de.   Di dawiyê de Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûya Navneteweyî Agnès Callamard, daxwaz ji civaka navdewletî û dadgehên cîhanî kir kir ku hewldanên xwe yên ji bo şopandin û lêpirsîna tawanbaran xurtir bikin.