Di dosya Rojîn Kabaîş de pêşketin:Îfadeyên nû hatin girtin 2026-09-17 18:05:58   Oznur Deger   WAN - Hate ragîhandin ku çarçoveya lêpirsîna Rojîn Kabaîş de ji kesên bi guman mînakên DNA’yê hatinegirtin, îfadeyên wan hatine girtin, li navnîşanên wan lêgerîn hatiye kirin, telefonên wan hatine desteserkirin û tên lêkolînkirin.   Der barê mirina bi guman a Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Rojîn Kabaîş de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve lêpirsîn tê meşandin û di lêpirsînê de der barê kesên gumanbar de geşedanên nû hatin jiyîn.   Îfadeya gumanbaran hat girtin   Parêzerê Dozê Abdurrahman Karabulut li ser hesabê çapemeniya civakî daxuyakirin ku çarçoveyan lêpirsînê de ji kesên bi guman mînakên DNA’yê hatine girtin, îfadeyên wan hatine girtin, li mala wan lêgerîn hatiye kirin û telefon hatine desteserkirin,  şandine lêkolînê.   Li aliyê din biryar hat dayîn ku wê ji kesê ku Rojîn Kabaîş li ser Instagramê herî dawî pê re axiviye û jê re digot ‘mamoste’ M.Ç û  M.N.K yê ku M.Ç piştî axaftina bi Rojînê re pê re axiviye jî wê mînakên DNA’yê bê girtin.