Jîna Emînî li Sydneyê hat bîranîn 2026-09-21 20:10:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Sydneyê yê Awûstralyayê di şexsê Jîna Emînî de jinên ku li Îranê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Di bîranînê de bal kişandin ser rola perspektîfa “Jin, Jiyan, Azadî” ya di azadiya jinê û têkoşîna civaka demokratîk de dilîze.   Jîna Emînî ya ku di 16'ê Îlona 2022'yan de bi hinceta "xwe baş nenixumandiye" ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve bi êşkenceyê hat qetilkirin, li bajarê Sydneyê yê Awûstralyayê bi çalakiyeke girseyî ya ku ji aliyê Komîsyona Jinan a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) ve hat organîzekirin, hat bîranîn.   Endama Komîsyona Jinan a NCKD'ê Ronahî Qendîl di bîranînê de axivî û diyar kir ku ew di şexsê Jîna Emînî de hemû jinên ku di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.   Ronahî Qendîl got, “Jîna Emînî, ji bo bi hezaran ciwanên Kurd ên ku bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rêber Apo rabûne ser piyan, bûye çavkaniya hêviyê.”   Hevseroka Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstralyayê Gulfer Olan bal kişand ser têkoşîna azadiya jinê.   Gulfer Olan destnîşan kir ku tevgerîna piştî mirina Jîna Emînî pêşketiye, berdewamiya têkoşîna bi dehan salan a li Kurdistanê tê meşandin e û got, “Êrîşa li ser Jîna Emînî, di şexsê wê de li hemberî hemû jinan û civakê hatiye kirin.”   Gulfer Olan diyar kir ku jinên Kurd li ser bingeha paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo bûne hêz û îradeyeke rêxistinkirî û anî ziman ku jin di avakirina civaka demokratîk de roleke diyarker dilîzin. Endamê KNK'ê Brûsk Ayverî jî di şexsê Jîna Emînî de hemû jinên hatine qetilkirin bi bîr anî.   Brûsk Ayverî got, “Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ne tenê ji jinan re, ji ciwanan û civakê re, ne tenê ji Kurdan re, ji hemû gelan û mirovahiyê re bû ruh û hêvî.”   Brûsk Ayverî diyar kir ku ev felsefe li çar parçeyên Kurdistanê, li Îranê û li deverên cuda yên cîhanê bandor li mîlyonan kiriye û destnîşan kir ku têkoşîn berdewam dike.   Şahesta Rojhilat jî bal kişand ser paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo û got “Jin, Jiyan, Azadî” ne tenê dirûşmek e, ew lêgerîna jiyaneke demokratîk û azad îfade dike.     Endamê PEN'a Sydneyê Mansur Razaghî jî bal kişand ser tevgera civakî û got, “Ev ne pêşketineke ku ji nişka ve derketiye holê, encama berhevî û hişmendiya têkoşîneke dîrokî û civakî ya bi dehan salan e.   Bîranîn nîşandana sînevîzyona ku li ser Jîna Emînî hatibû amadekirin, bi dawî bû.