NY’ê daxwaza betalkirina cezayên darvekirinê li Îranê kir 2026-09-29 11:44:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Raportera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Mafên Mirovan a li Îranê Mai Sato, got ku divê yasaya cezayên darvekirinê li Îranê bê sekinandin û cezayên darvekirinê bên betalkirin.   Raportera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Mafên Mirovan a li Îranê Mai Sato li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek têkildarî cezayên darvekirinê yên li Îranê belav kir.   Mai Sato xwest ku yasaya cezayên darvekirinê li Îranê bê sekinandin û cezayên darvekirinê bên betalkirin.   Di dewamê de Mai Sato got: “Îran di dadgehkirina mirovên ku cezayê darvekirinê girtine de, qanûnên navneteweyî yên dadperweriyê binpê dike. Piraniya van kesên ku têne darvekirin jî, ew kes in ku tevli xwepêşandan û protestoyan bûne.”