Nagîhan Akarsel dê li Amedê were bi bîranîn 2026-10-02 12:41:17   AMED - Ji aliyê kovara Jineolojî û MKG'ê dê endama Akademiya Jineolojî û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel were bi bîranîn.    Rojnameger, endama Akademiya Jineolojî û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel di 4'ê Cotmeha 2022'an de li Silêmaniyê hat qetilkirin. Ji aliyê kovara Jineolojî û Komeleya Rojnamegeran a Mezopotamyayê ya Jinan (MKG) dê di 4'ê Cotmehê li Parka Ayşe Şan ya li Rezanê di saet 14.00'an de bernameya bîranînê were lidarxistin.