'Li Başûrê Kurdistanê di 9 mehan de 26 jin hatin qetilkirin' 2026-10-03 15:53:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Başûrê Kurdistanê di nava 9 mehên borî yên îsal de, 55 jin hatine qetilkirin an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Di meha borî de li Başûrê Kurdistanê 7 jin hatine qetilkirin û yan jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane. Bi vî rengî di nava 9 mehên borî yên îsal de, 55 jin hatine qetilkirin an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Ajansa Rojnewsê daneyên qetilkirin û mirinên bi guman ên jinan a meha Îlonê ya li Başûrê Kurdistanê radigihîne:   Li gorî vê:   1’ê Îlonê: Li navçeya Kifrî jinek hate qetilkirin.   9’ê Îlonê: Li navçeya Kelarê jineke bi navê (B. M. X.) hate qetilkirin.   14’ê Îlonê: Li komelgeha Hîzawa ya ser bi bajarokê Derkarê ya li ser sînorê Îdareya Zaxoyê, jineke 20 salî di nav mala xwe de bi hate qetilkirin.   14’ê Îlonê: Li navçeya Kelarê jineke 22 salî ya bi navê Sîvan Mervan di nav mala xwe de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.   14’ê Îlonê: Li navçeya Xaneqînê jineke 29 salî ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat qetilkirin.   18’ê Îlonê: Li ser sînorê parêzgeha Dihokê jineke bi navê Celîle Seîd Ereb bi awayekî bi gumana jiyana xwe ji dest da.   23’yê Îlonê: Li gundê Pîreş ê ser bi bingeha polîsan a Kesnezanê, jineke bi navê Sewsen Îbrahîm Mihemed ji aliyê hevjînê xwe yê berê (E. E. M.) ve bi kêran hate qetilkirin.   Li gorî daneyên ku Ajansa Rojnewsê berhevkirine, di nava 9 mehên borî de li Başûrê Kurdistanê 55 jin bûne qurbanî; ji wan 26 jin hatine qetilkirinû 29 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.