Bîranîna 10’ê cotmehê:Heta edalet neyê aştî jî ne pêkane 2026-10-10 21:25:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 11’emîn salvgera Komkujiya Garê ya Enqereyê daxuyanî hatin dayîn û peyama ‘heta edalet neyê aştî jî ne pêkane’ hat dayîn.   Bi wesîleya 11’emîn salvegera komkujiya ku DAIŞ’ê di 10’ê cotmeha 2015’an d eli hember mîtînga ‘Ked, Aştî û Demokrasî’ ya li Gara Enqereyê pêk anî û 104 kesî jiyana xwe ji dest dabû, lig elek bajaran daxuyanî hatin dayîn.   Şirnex   Hêzên Ked û Demokrasiyê li Şirnexê meşek pêk anîn û daxuyanî dan. Meşa ji ber avahiya KESK’ê destpê kir heta Qada Cumhuriyetê bi bi dirûşmeyan berdewam kir. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tevli meşê bûn. Hevseroka Egîtîm Senê Adnan Şenbayram daxuyanî xwend û got li vî welatî dema stranên aştiyê ne.   Bername bi dirûşmeyan bidwî bû.   Dêrsim    Li Dêrsîmê jî Platforma Ked û Demokrasiyê bi heman wesîleyê li Qada Seyîd Riza daxuyanî da. Berdevkê Demî yê Platforma KESK’ê yê Dêrsîmê Sînan Ulu daxuyanî xwend. Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku  wê têkoşîna edaletê bidomînin.   Mersîn   Platforma Ked û Demorkasiyê ya Mersînê jî li Parka Zarokan a Azad daxuyanî da û gele kes tevli daxuyaniyê bûn Bayram Dolen daxuyanî xwend û da zanîn ku ew tu carê dest ji têkoşîna edaletê bernadin.   Tarsus    Li Tarsûsê jî ji Navenda Perwerdehiya Gel heta  Nokteya Bexşa Xwînê ya Kizilayê meş pêk hat û piştî meşê daxuyanî hat dayîn.  Hevserokê EgîtîmSenê Kamber Geçer daxuyanî xwend ûda zanîn ku êrîşa p^ke hatiye şermezar dikin.   Artvîn    Li Artvînê jî  encama Ciwanên Kedê Elîf Kanlioglu li ser gora wê hat bibîranîn. Malbat, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevli bûn.   Rîze    Li Rizeyê jî Osman Bozaci yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Pazar a Rîzeyê hat bibîranîn.   Stenbol   Hezên Ked, Aştî û Demokrasiyê yê Stenbolê û Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê di salvegera 11’emîn de qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê meşek li dar xist. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku aştî ji bo wan ne tenê dirûşm e û wiha hate gotin: “Hevalên me yên ku 10’ê Cotmeha 2015’an de hatin kuştin bi daxwaza aştiyê li wir bûn. Komkujiya 10’ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye. Heta edalet neyê aştî jî ne pêkane.”   Amed   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, di salvegera 11’an a Komkujiya Gar a Enqereyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew qurbaniyên komkujiyê ji bîr nakin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku aştiyek bêyî edalet nabe û wiha hat gotin: “Em ê govend û xeyala wan a nîvco mayî temam bikin.”