Heyeta Jinan a DEM Partiyê serdanên xwe didomîne 2026-10-14 20:46:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta jinan a DEM Partiyê ku ji saziyên xwecihî pêk tê, rêzeserdanên xwe yên li bajarê Kobanê berdewam kirin.   Heyeta Jinan a DEM Partiyê serdanên xwe duh li Kobanê berdewam kir û navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ziyaret kir. Piştre jî serdana Şaredariya Kobanê û Meclisa Rêveber a bajêr kirin.   Îroj jî di danê sibehê de heyetê serdana Kongra Star, Zanîngeha Kobanê, Rêveberiya Herêma Kobanê, Muzexaneya bajarê Kobanê, Qada Jina Azad, Meclisa Malbatên Şehîdan û Pakrewangehên Şehîdan kir .   Heyet ji aliyê Navenda Kongra Star  Meclisa Malbatên Şehîdan û Zanîngeha Kobanê ve hatin xelatkirin û diyariyên sembolîk yên girêdayî Kobanê diyarî şandeyê hat kirin.