'Em li dijî zext, sansur û astengiyan bên gel hev' 2026-10-15 09:04:16   Elfazî Toral   STENBOL - Rojnameger Gulfem Karataş da zanîn ku li Tirkiyeyê hewl tê dayîn ku sansur û otosansurê bikin rutîn û got: “Çapemeniya Kurd bi salan e bi bedelên giran li berxwe didin, çapemeniya muxalîf jî bi heman zextan re tê rû hev. Ez li dijî zextan, sansurê banga rêxistibûnê li hemû hevpîşeyên xwe dikim.”   Li Tirkiyeyê zextê li ser çapemeniyê her diçin zêde dibin û bi sansur, atengî, otosansur, zext û cezayan mafê girtina agahiyên rast tên hedef girtin. RTUK, bi qedexeyên weşanên dijîtal, rojnamegeriyê bi awayekî sîstematîk asteng dike. Li dijî van zextan li ser xeta têkoşîna hevpar û piştevaniyê tê sekinandin.   Endama Sekreterya Komîsyona LGBTÎ û Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), rojnameger Gulfem Karataş der barê mijarê de axivî.   ‘Dixwazin sansur û otosansurê mayînde bikin’   Gulfem Karataş da zanîn ku li Tirkiyeyê bi taybet astengkirina hesabên çapemeniya civakî û malperên nûçeyan mafê girtina nûçeyan ên gel tên xespkirin. Gulfem Karataş ev tişt anî ziman: “Xala TCK’ê ya  217/A  hincet tê nîşandan û rojnameger tên girtin. Nûçeyên tên çêkirin sûc tên dîtin. Dixwazin em vê qebûl bikin. Lê li Tirkiyeyê rojnamegeran her tim rêyek dîtine. Em vê pîşeyê wek têkoşîna maf dibînin. Ji ber vê jî hewce heye ku em li dijî vê sansurê, otosansurê dengê xwe bilind bikin.”   ‘Çapemeniya Kurd bedelên giran dan’   Gulfem Karataş destnîşan kir ku çapemeniya Kurd her tim bi zextan rû bi rû maye û wiha anî ziman: “Divê çapemeniya Kurd û muxalîf di alî tecrubeyê de cuda bê nirxandin. Di salên 90’î de her cureyê zext, êrîşê li hember rojname, rojnameger, saziyên çapemeniya Kurd hatin kirin. Çapemeniya Kurd bi bedelên giran hat vê rojê.”   Sansura dîjîtal   Gulfem Karataş bi lêv kir ku di roja îro de jî desthilatdarî vê qadê hedef digire û got: “Rojnameger tenê rastiyê ji gel re radigîhînin. Hesabên çapemeniya dijîtal, malperên nûçeyan hedef tên girtin. Armanc ev e ku girseyên wan biçûk bikin. Girtina malperên nûçeyan, tê wateya ku ew mecra di dîjîtalê de bê tunekirin. Algorîtmayên googlê tên astengkirin. Dixwazin têkiliyên sazî û rojnamegeran bi girseyan re qut bikin.”   Li Tirkiyeyê rêjeya sendîkabûnê ji sedî 5 e!   Gulfem Karataş wiha domand: “Em ne dezenformasyonê, nûçeyan çêdikin. Ger îdiaya dezenformasyonê hebe divê vê bi tespîtên şênber daynin holê. Lê bi awayekî kêfî nikarin bêjin dezenformasyon û nûçeyan asteng bikin. Bi salan e em li dijî vê qanûnê têdikoşin. Li welatê me sendîqabûna rojnamegeran ji sedî 5 e. Mixabin ev qesl dimîne. Têkoşîna sendîkayî û piştevaniya pîşeyî girîng e.”   ‘Li dijî sansur û otosansurê xwe rêxistin bikin’   Gulfem Karataş bang li hemû rojanemgeran kir û wiha bidawî kir: “Bi taybet rojnamegerên ciwan îro kêmtir sendîkayî ne, mafên xwe û ewlehiya kar kêmtir dizanin. Tabloya em li qadên xebatê dibînin bi êş e. Rojnameger bê sîgorte tên xebitandin. Ji mafên xwe bêpar dimînin. Lê divê rojnameger mafên xwe bizanibin û biparêzin. Divê li dijî sansur û otosansurê têbikoşin.”