Di dosyaya Rojîn Kabaîş de geşedaneke nû 2026-10-15 13:18:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Di rapora bazê ya tengirî de ya ku di çarçoveya lêpirsîna dosyaya Rojîn Kabaîş de hat pêşkêşkirin, Rojîn Kabaîş û 6 kesên di mesafeya nêzîk de hatin tespîtkirin.    Lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve li ser mirina bi guman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) Rojîn Kabaiş,  hatiye destpêkirin, berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de, li ser daxwaza dozger rapora bazê ya tengirî ji bo dosyayê hat pêşkêşkirin.   Wê îfadeya 6 kesan bê girtin    Di rapora bazê ya tengirî de ya ku di çarçoveya lêpirsîna dosyaya Rojîn Kabaîş de hat pêşkêşkirin, Rojîn Kabaîş û 6 kesên di mesafeya nêzîk de hatin tespîtkirin. Wê îfadeya 6 kesan bê girtin.    Ajokarên wesayîtên gumanbar hatin tespîtkirin   Di vê navberê de, parêzerê ku dozê birêve dibe, agahî li ser wesayîta spî ya gumanbar da û destnîşan kir ku ajokarên 11 wesayîtên spî yên ku plakayên wan berê hatibûn tespîtkirin jî hatine tespîtkirin û ji bo wergirtina îfadeyên wan gavên pêwîst têne avêtin.   Telefon tê lêkolînkirin   Parêzerê ku agahî li ser telefona Rojîn Kabaîş da, diyar kir ku telefon hîn jî ji aliyê pisporên teknolojiyê ve tê lêkolînkirin.