Hejmara nû ya Kovara Jinê derket 2026-10-18 09:49:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 190’an a Kovara Jinê bi berga ‘Zimanê hevpar ê tundî, kedxwarî û şer’ derket pêşberî xwendevanên xwe.   Hejmara 190’an a Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga ‘Zimanê hevpar ê tundî, kedxwarî û şer’ derket pêşberî xwendevanên xwe.   Kovara Jin di hejmara xwe ya 190’emîn de balê dikişîne li ser pergala serdest a mêr çawa jiyana jinan digire nav xwe û hêza avaker a têkoşîna jinan li dijî vê pergalê.   Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:   Krîz û ji nû ve avakirina mêraniyê / Dorşîn Gok   Mêrê herî nêzikê jinê / Çigdem Goksoy   Mekanîzma û pergalên ku tundiya mêran di kapîtalîzma baviksalarî de rewa dikin / Ozgul Sakî   Jinên xîzan di sala malbatê de / Burçak Sel   Têkoşîna jinên Kurd li benda aştiyê nîne, ava dike / Başak Saridal