DEM Partiyê dê kampanyaya ‘Ji bo Nan, Aştî û Edaletê Bûdce’ bide destpêkirin 2026-10-19 20:20:24   ENQERE - DEM Partî li dijî hevdîtinên Bûdceya Rêveberiya Navendî ya 2027an ku wê bê Komîsyona Plan û Bûdceyê ya Meclisê, bi dirûşma “Ji bo Nan, Aştî û Edaletê  Bûdce” dê kampanyayekê li dar bixe.   Komîsyona Rêxistinkirina Navendî û Komîsyona Kedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li dijî Bûdceya Rêveberiya Navendî ya 2027’an ku wê di 21’ê Cotmehê de bê Komîsyona Plan û Bûdceyê ya Meclisê, dê kampanyayê bide destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de dê di mehên Mijdar û Kanûnê de bi dirûşma “Ji bo Nan, Aştî û Edaletê  Bûdce” xebat bên meşandin. Kampanyaya ku dê di 24’ê Cotmehê de dest pê bike, wê di nîvê meha Kanûnê de bi çalakiyeke navendî ya li Enqereyê bi dawî bibe.   Di giştînameya der barê kampanyayê de hate amadekirin û bi rêveberiyên Bajar û Navçeyan ên DEM Partiyê re hate parvekirin de hate diyarkirin ku li dijî krîza debarkirinê û xizaniya ku mafê jiyana bi rûmet a gelan, kedkaran, teqawîdan, jinan, ciwanan û zarokan xesp dike wê “polîtîkaya aboriya aştiyê” bixin meriyetê.    Di giştînameyê de hate diyarkirin ku bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan wê kampanya di 24ê Cotmehê de destpê bike. Hate destnîşankirin ku ji vê dîrokê û pê ve hemû rêxistinên bajar û navçeyan, li gorî xweseriya herêman wê bi dirûşma “Ji Nan, Aştî û Edaletê re Bûdce” çalakî, stant, serdan û civînan li dar bixin.   Di giştînameyê de hate gotin ku di rojên ku bûdceyên wezaretan di qonaxên Komîsyona Plan û Bûdceyê û Desteya Giştî ya Meclisê de bên nîqaşkirin, wê li dijî wezareta pêywendîdar çalakiyên hemwext bên lidarxistin. Hate diyarkirin ku wê bi hêzên ked û demokrasiyê, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî re xebatên hevpar bên meşandin, daxwazên bûdceyê yên sazî û dezgehên xwecihî bên komkirin. Her wiha bal kişandin wê yekê ku wê di nîvê Kanûnê de bi çalakiyeke navendî ya Enqereyê xebat bi dawî bibin û di pêvajoya bûdceyê de “muxalefeta herî xurt” bê nîşandan.