Girtî piştî xwarinê jahrî bûn

  • 14:10 3 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Jinên ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dimînin, hat ragihandin ku di 1'ê Cotmehê de piştî xwarinê di warê tendirustiyê de pirsgirêk jiyane û ew ji ber vê rakirine nexweşxaneyê.
 
Hat diyarkirin ku girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê di qawîşa B-11'ê de dimînin di 1'ê Cotmehê de ji ber xwarina ku ji wan re hatiye dayîn ne rehet bûne. Ji jinên girtî Fethiye Ok a ku di heman qawîşê de dimîne di hevdîtina bi telefonê ku bi malbata xwe re kir de diyar kiriye ku ew ji ber xwarina ji wan re hatiye dayîn di 1'ê Cotmehê de ne rehet bûne û di heman demê de girtiyên ji dozên edlî û Cemaeta Gulen jî bi heman gilî û gazincan rakirine revîrê .
 
Herwiha hat diyarkirin ku girtiyên ji ber xwarinê ne rehet bûne piştre rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl û hatine tedawîkirin.
 
Herwiha derbarê bûyerê em li Rêvberiya Girtîgeha Jinan a Amedê jî geriyan lê gotin, "Careke din ji bo mijarên bi vî rengî li me negerin."