Dilşah Ercan: Ji ber ku rêya têkoşîna demokratîk tune bû derketim çiyê

  • 15:02 3 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dilşah Ercan a HPG’î ku navê wê piştî çalakiya li Mezîtliya Mêrsînê bûbû rojev, diyar kir ku ji ber rêya têkoşîna demokratîk tunebû ew derketiye çiyê. 
 
Di 26’ê îlonê de li dijî Mala polîsan a Tece ya li Taxa Denîz a navçeya Mezîtliya Mêrsînê êrişeke bi bombe û çekan hatibû kirin. Di encama êrişê de polîsek hatibû kuştin û gelek polîs jî birîndar bûbûn. Piştî êrişê, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu îdia kiribû ku çalakî ji hêla Dilşah Ercan (Zozan Tolan) a HPG’î ve hatiye kirin. Piştî daxuyaniya Suleyman Soylu, polîsan bi ser mala malbata Ercan a li Mêrsînê girt û tevî dayik û bavê wê her wiha 3 bira, 3 xwîşk û hevjînên wan jî di nav de bi giştî 22 kes binçav kiribûn. Endamên malbata Ercan bi rojan di bin çavan de hatin girtin û piştî îfadeya li dozgeriyê jî hatin berdan. 
 
Piştî ku HPG’ê navên kesên çalakî pêk anîn bi raya giştî re parve kirin, Suleyman Soylu derket pêşberî kamerayan û got; “Ajovanê texsiyê teşhîs kiribû.” Rojek berê jî Suleyman Soylu îdiayeke weke “çalakî ji hêla DYA’yê ve hatiye birêxistinkirin” kiribû û bi domdarî digot ku HPG’î ji bajarê Minbic û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi paraşûtan hatine Tarsûsê. 
 
Di demekî ku bandora çalakiya Mezîtliyê hêj tê nîqaşkirin de Dilşah Ercan bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Ercan ev tişt anî ziman: “Dema min xebatên rojnamegeriyê dikirin hatim girtin. Ev rast e. Lê belê sepanên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bingeha vegotina rastiyên li Tirkiye û Kurdistanê û derfetên têkoşîneke demokratîk tune kir. Her ciwaneke Kurdistanî jî li ser vê bingehê û ji bo ku hesabê ji rejîma faşîstan bipirse derdikeve çiyê. Ez jî yek ji wan im. HPG’ê jixwe daxuyaniya pêwîst da. Ez li ser peywira xwe me. Lê hesabpirsîna ji rejîma AKP-MHP’ê, weke her gerîlayeke kurd, yek ji peywirên min jî yên esasî ne. Ez li vir dibêjim ku dê peywira xwe bi serfirazî pêk bînim.”