ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN

  • 09:00 4 Cotmeh 2022
  • Rojev
* G.T. 7 salan bi îşkenceya Mahmut T re rûbirû ma. G. doza hevberdanê vekir û xwest 3 zarokên xwe bigire cem xwe. G. ligel têkoşîna xwe ya li dijî îşkence û zilmê banga alîkariyê li sazî û dezgehên jinan kir. BI DÎMEN 
 
*Ji Meclîsa ÎSÎG akademîsyen Asli Odman da zanîn ku yek ji aliyê herî girîng ya edeleta civakî ewlehiya kar û tenduristiya karkere û got: “Rojê herî kêm 30 karker ji ber xebatê jiyana xwe ji dest didin. Ev rewş êdî normal tê dîtin. Di bin navê aştiya xebatê de di esasê de em her roj şerên şer dijîn." BI DÎMEN 
 
*Diya Şengul Okay a ji aliyê mêrê pêre hatiye zewicandin Murat Katkici ve teşwîqê xwekujiyê hatiye kirin Netîce Okay bi ajansa me re axivî û ev gotin kir: “Her cure îşkence li keça min û zarokên wê jî kir. Porê wê jê kir, li ser laşê wê çixare vemirand, laşê wê da ber kêran û herî dawî jê re got xwe bikûje yan jî ez ê te bikûjim.” BI DÎMEN