'Li dijî êrişan, em şoreşa ekolojiyê didin meşandin'

  • 09:07 27 Çile 2023
  • Ekolojî
Medya Uren
 
AMED - Berdevka Ekolojiyê ya Kongreya Star Rihan Temo têkildarî texrîbatên ekolojîk ên bi şer pêk hatine nirxandin kir û got: “Li gel şerê fîzîkî, êrişek bi çekên kîmyewî, êrişên taybet, polîtîkayên koçberiyê û bêmirovkirina axa Kurdistanê tê meşandin. Em li hemberî hemû texrîbatan bi şoreşa xwezayê re aramiya cîhanî dikin armanc. Li dijî êrişan, em şoreşa ekolojiyê didin meşandin. Şoreşa bi pêşengiya jinê wê bi ser bikeve.”
 
Di encama êrişên bi salan in li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin de gelek herêm bi metirsiya çolbûnê re rû bi rû dimînin. Êrişa çeteyên DAÎŞ’ê daye destpêkirin bi destê dewleta tirk û komên girêdayî wê re berdewam dike. Bi van êrişan re cihên çandiniyê hedef têne girtin, çekên kîmyewî têne bikaranîn û li herêmên hatine dagirkirin talana xwezayî pêk tê.
 
Berdevka Komîteya Ekolojiyê ya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rihan Temo têkildarî texrîbatan û şoreşa li hemberî wê hatiye destpêkirin nirxandinên xwe parve kir.
 
'Piştî dagirkeran hevsengiya xwezayê hat xirakirin'
 
Rihanê diyar kir ku di demên dawî de yek ji pirsgirêkên sereke qeyrana ekolojik e û di 4 salên dawî de li hemberî vê qeyranê gavên pêşçav hatin avêtin lê em gavên hatine avêtin jî gelek kêm dibînin û wiha axivî: “Di civaka xwezayî de, beriya ku sîstemek dagirker a bi hişmendiya mêr a takekes bikeve ser rêveberiya cîhanê hevsengiyek xurt di nava mirov û xwezayê de hebû. Jiyanek bi hev re dihat parastin. Ji ber wê sedemê jî em qala talankirina xwezayê ya xwedî dîrokek kevnar dikin. Ne tenê bi çend salên dawî û êrişên dagirkeriyê yên dawî pêk hatine re sînordar in. Helbet hemû jî texrîbatên mezin ava kirine. Kurdistan, Hilala Zêrîn e. Timî li hember êriş pêk hatine û timî jî di vê navendê de berxwedana xwezayê hebûye. Dagirkeran timî çav berdaye dewlemendiya vê axê. Ev jî dibe sedem ku birînên mezin li xwezayê vebin. Em hemû jî di nava qeyranek ekolojîk de ne.”
 
‘Rejîma BAAS'ê polîtîkayên taybet dida meşandin’
 
Rihanê bal kişand ser dagirkeriya li ser herêmên Kurdistanê û bişaftinên domdar dikin. Rihanê got li ser herêma Rojavayê Kurdsitanê bi taybetî di 50’î salên dawî de polîtîkayek taybet tê meşandin û wiha berdewam kir: “Bi hezaran salane bi têkoşîna jinê re jiyana xwezayî tê parastin. Lewra rojane jî êriş li ser xwezaya me pêk tê. Dixwazin hemû xwezayê ji bo berjewendiyên aborî bidin bikaranîn. Ji bo pîşesaziyê bidin bikaranîn. Ji vê hişmendiya dagirker jî Rojava para herî mezin girt. Ger em qala êrişên teng jî bikin. Rejîma BAAS'ê ya ku li ser herêmê desthilatdariya xwe dida meşandin jî polîtîkayek taybet bi rê ve dibir. Her tim bi xizanîbûn û nezanînê me tewanbar dikirin. Rejîma BAAS'ê bandorek mezin li ser herêmê kir. Ava herêmê kêm dikirin û di warê dan û stendinên tîcarî de jî lawazbû pêk dianîn. Tenê me şînatiyên demsalî diçand ango bi çandina genim û ceh re sînordar diman. Bi êrişên çeteyên DAÎŞ’ê re ev derfetên me yên çandiniyê hîn kêmtir bûn. Ger derfet ji sedan 50’î be ev rêje kete nîvî. Çanda ekolojîk a di nava civakê de lawaz dihat xistin. Çawa ku ji bo tunekirina kurdan di nava hewldanan de bin, li dijî ekolojiyê jî heman armancên wan hebûn. Mixabin bi vê re sînordar nema. Piştî xweseriyê jî bi awayekî sîstematîk êriş li ser axa me pêk tê. Bi taybetî zirarê didin xwezaya me.”
 
'Êriş tenê bi tanq û topan nayê kirin'
 
Rihana texrîbatên ekolojîk rave kir got em jiyaneke bi tendirust najîn. Rihanê da zanîn êriş tenê bi tanq û topan nayê kirin û wiha domand: “Êriş li aliyekî, texrîbatên li xwezayê hatine kirin û lawazbûna çandiniyê bandorên neyînî li ser nîştecihan dike. Bi her alî ve helandinek pêk tê. Ji ber baş dizanin heya niha gelek kurd qetil kirine. Bi van qetilkirinan re jî nagihêjin encamê. Dixwazin vê carê bandorê li ser jiyana mirovan, di her warî de bikin. Qeyranên pir alî diafirînin. Dixwazin gel jê sar bikin, weke ku li ser vê axê aştî û aramî tune ye, ne bi tendirust e dixwazin bidin nîşankirin. Pêdiviyên jiyanî yên rojane jî li ser me didin qutkirin. Ev jî rê li ber koçberiyan vedike. Ev jî tunekirinek bi rengekî din e. Teşwîqkirina koçberiyê pêk tê. Ev jî şêweyek din a êrişên berdewam dikin e. Li dijî xirakirina demografyaya Rojava Rêveberiya Xweser di nava şoreşekê de ye. Gelên herêmê di bin vî banî de xwe bi rêxistin dikin. Di aliyê çekdarî û siyasî de xweparastinek çiqasî hebe di heman astê de parastina xwezayê heye. Di sîstema bajarvaniyê de jî parastinek girîng a xwezayê heye. Li dijî êrişan parastina xwezayê tê kirin.”
 
'Li dijî êrişan, em şoreşa ekolojiyê didin meşandin'
 
Rihanê diyar kir ku wan bi xweseriyê re destkeftiyên mezin bi dest xistin lewra dijmin jî tim li dijî destkeftiyan di nava bernameyan de bûn. Rihanê wiha pê de çû: “Di dawiya sala 2022’yan de li dijî herêmên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk hatin. Cihên jiyanî, cihên ku pêdiviyên mirovan ên rojane lê tên pêşwazîkirin hedef hatin girtin. Li gel wê jî li dijî êrşan, em şoreşek ekolojiyê didin meşandin. Ev projeya Rêveberiya Xweser a herî mezin e. Di warê îdeolojîk û hişmendiyê de jî em hewl didin ferdên azad biafirînin. Ji bo em xwe ji hişmendiya serdestan bi me daye fêrkirin rizgar bikin. Bi vê re nakokiyên me yên di navbera xwezayê de wê werin derbaskirin. Em niha bi perwerdeyan vê projeya xwe dixin meriyete. Ev hişmendiya heyî ya mêr dibe sedema gelek qeyranên civakî. Di warê çandî, civakî, jiyanî de jî dibe sedema xirabûnan. Ev jî qeyrana ekolojîk têr dike. Ji hevdu ne qut in. Şoreşa ekolojîk li hemberî hemûyan hemleyeke girîng e.”
 
'Projeyên pêk hatine gavek girîng bû'
 
Rihanê li gel êrişan projeyên di nava 2 salan de pêş xistine parve kir û wiha nirxand: “Li gel êrişan çandeke betonkirinê bi me re pêş ketiye. Di van mijaran de jî şaredariyên me gavên girîng diavêjin. Ji bo parastina cihên xwezayî hewldanek taybet heye. Di warê paqijkirina xwezayê de jî xebat hatin meşandin. Glêşên heyî yên di nava bajêr de dihatin komkirin hatin derxistin. Ji bo paqijî, xweşikirina bajaran û tendirustiyê proje hatin pêşxistin. Di vî warî de em weke Komîsyona Ekolojiyê ya Kongreya Star bi taybetî li ser disekinin. Bi fikir û ramanên rêbertî, di pêşengtiya jinê de em şoreşa xwezayê bi pêş ve dibin. Ji bo avakirina ferdek ekolojîk, jin û civakek ekolojîk e hewldanên me. Hemû weke torekê bi hev ve girêdayî ye. Jina azad civaka azad e. Civakek ekolojîk dibe civakek azad. Me ji ber wê yekê bi gel re projeyên çandina daran li dar xist. Me bi taybetî xwest bi gel re biçînin ji bo em tiştekî bi hev re bidin afirandin. Ji ber ku xwezaya me vegeriyaye çolê. Dar nemane. Ji ber wê ji bo em daristanan ava bikin em projeyan didin pêşiya xwe. Em weke Kongreya Star bi şaredarî û pêkhateyên din re jî di nava têkiliyê de ne. Me sala çûyî li Dirbisiyê vê projeya xwe xist meriyetê û me encamek baş jê girt. Darên fêkiyan hatibûn çandin û xwedîderketinek baş lê çêbûbû. Di warê hişmendî û pratîkê de jî gavek girîng bû. Hezkirina civak û xwezayê hat afirandin.”
 
'Çekên kîmyewî eşkere tên bikaranîn'
 
Rihanê da zanîn Rojavayê Kurdsitanê di gelek mijaran de serkeftinên ku ji bo cîhanê dibe nimûne bi dest xistin. Ya herî girîng jî şoreşa ekolojîk bû, di her warî xwenûkirin bû. Rihanê diyar kir ku yên ev weke gefekê ji bo sîstemê dîtin her tim di nava êrişan de ne û wiha berdewam kir: “Ev êriş hatine wê astê ku çekên kîmyewî eşkere û hêsanî têne bikaranîn. Dewleta tirk di êrişên xwe de bi çekên kîmyewî komkujî pêk anî û ji vê êrişê her cihî para xwe girt. Ev êriş berdewam in û xeteriyek mezin li ser jînê û mirovan jî pêk tîne. Êdî bi awayekî demdirêj ew ax ji şînatiyan qut dibe. Li Efrîn, Serêkanî, Girêspî bandorên wan çekan li holê ne. Ev qeyrana ekolojîk kûrtir dike. Her roj ne tenê bi me re, bi dar û berên me, bi ax û ava me re şer dikin. “
 
'Tirkiye bi dar û berên me re jî şer dike'
 
Rihanê bi lêv kir Tirkiye raste rast bi xwezaya me re jî di nava şer de ye û got: “Di havîna çûyî de jî me dît genim û cehên çandiniyê hedef hatin girtin. Cihên çandiniyê hatin şewitandin. Di êrişên dawî de jî bi heman rengî cihên çandiniyê hedef hatin girtin. Ji bo lawazxistina aboriyê jî ev yek pêk tên. Ne tenê cihên çandiniyê, cihên petrolê, gazê, ceyran û avê jî bi heman rengî hedef hatin girtin. Ji Dêrikê, Minbicê heya Dêrezorê herêmên rizgarkirî kêlî bi kêlî hatin bombebarankirin. Em di nava du çemên herî bi berhem Dîcle û Firatê de dimînin. Tirkiye bi taybetî hewl dide avê li ser Rojava qut bike. Bi milyonan kes di bin şert û mercên hişk ên bêaviyê de dijîn. Ez niha li ser Hesekê biaxivim bi rastî jî jin zarok hemû di nava îşkenceyê de ne. Li Efrîna dagirkirî hikumeta AKP’ê dar dibire û bi aramancên aborî axê bi katîne.”
 
‘Pêwîstiya me bi xwerêxisitnkirinê heye’
 
Rihanê herî dawî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Wê ev texrîbat bandora xwe li ser erdnîgariya derdorê jî bike. Ji ber wê sedemê divê herkes di van mijaran de hestiyar be. Xweza xwezaya me hemûyan e. Ev qeyranên ekolojîk me hemûyan ber bi tunebûnê ve dikşîne. Hevsengiya xwezayê her ku diçe xira dibe. Ji bo valaderxistina van êrişan pêwîstiya me bi rêxistinkirinek xurt heye. Li ser vê esasê gelek projeyên me hene. Bi taybetî meha Adarê li pêşiya me ye. Em dixwazin hemleyek ekolojîk dubare bidin destpêkirin. Bi taybetî li hemberî çolbûyînên pêk tên em hemleyan bidin destpêkirin. Projeyên heyî yên çandiniyê jî berdewam in û em dixwazin bi hêztir bikin. Her wiha bi semîner û perwerdeyên ekolojîk re em dixwazin vê di nava gel de pêş bixin.”