‘Serhildana me li dijî serdestiya mêr e’

  • 09:13 27 Çile 2023
  • Rojane
STENBOL - Meclîsên Jinan ên HDK’ê bi dirûşma ‘Serhildana me li dijî serdestiya mêr e, israra me jiyana wekhev û azad e’ wê 12’emîn Konferansa Jinan a Giştî pêk bîne. Endama Meclîsa Jinan a HDK’ê beriya konferansê bang li jinan kir ku piştevaniyê mezin bikin.
 
Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk (HDK) di 28’ê Çileyê de bi dirûşma 'Serhildana me li dijî serdestiya mêr e, israra me jiyana wekhev û azad e' wê 12’emîn Konferansa Jinan a Giştî pêk bîne. Jin di konferansê de wê li ser rêbazên nû yên têkoşînê, pêşniyar û aştiya ji bo civakbûyinê nîqaşan bimeşîne.
 
Endama Meclîsa Jinan û endama Lijneya Rêveberiya HDK’ê Belgîn Koç der barê têkoşîna jinê ya bilind dibe û girîngiya meclîsan a di vê têkoşînê de ji ajansa me re nirxand.
 
‘Têkoşîna azadiyê ji bo civakê bû îlham’
 
Belgînê da zanîn ku jinan li dijî zext û tundiyê bi rêxistinê têkoşîn ava kirine û têkoşîna azadiyê ya jinan bandor li hemû civakê kiriye. Belgînê wiha dirêjî dayê: “Jinên tevli têkoşînê bûne ji bo gelan bûne çavkaniya îlhamê. Em li Îranê mînaka vê dibînin. Jinan şûnde gav navêtin û cesaret dan civakê. Li Rojava jî heman tişt pêk hat. Ji bo jinên cîhanê bûn mînak. Li Sûdan, Şîlîyê têkoşîna jinan bû xewna tirsê ya patrîarkayê.”
 
‘Çav li têkoşîna jinên Kurd e’
 
Belgînê bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û daxuyakirin ku jinên Kurd bi salane bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ têkoşînê dimeşînin û li Îranê bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re li hemû cîhanê jin bi vê dirûşmê têdikoşin û bala hemû kesî niha li ser têkoşîna azadiya jinên Kurd e. Belgînê wiha dirêjî dayê: “Meclîsên jinan ên di bin banê HDK’ê de ava bûne di aliyê siyaseta welat û têkoşîna jinê de gelek girîng e. Ev bandorê li ser hemû civakê jî dike. Ji bo jiyanek nû fikra esas ev e.”
 
Xebatên meclîsê
 
Belgînê der barê Konferansa Jinan a Giştî ya wê di 28’ê Çileyê de pêk bê nirxandin kir û got ji konferansa 2021’ê heta niha xebat meşandine û got: “Bi encamên ji konferansê derketine panel pêk hatin. Li Marmara, Ege, Anatolya Navîn û Behra reş xebatên atolyeya ‘îfadeya jinê esas e’ pêk hatin. Me hewl da em di têkoşîna jinê de cih bigirin. Ji bo aştiya civakî em wek meclîsa jinan hewl didin. Konferansa me li dijî serdestiya mêr pêk tê. Êrîşên li hember têkoşîna jinê didomin. Ji bo vê me gotina ‘em bi israr in’ tercîh kir. Ez bang li hemû jinan dikim ku tevli konferansa me bibin.”