Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

  • 13:08 27 Çile 2023
  • Rojane
ROJANE...
 
Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
 
STENBOL - Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi mebesta hevdîtina bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi mebesta hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 
 
Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin. 
 
Astengkirina hevdîtinan
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanan dikirin lê belê bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nedihatin dayîn. Li ser vê yekê di 22’yê mijdara sala 2021’ê de bi daxwaza “Serlêdana lezgîn” serî li Dadgeriya înfazkirina Cezayê ya Bursayê dan. Dadgeriyê bi hinceta qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê cotmeha 2021’ê de hatibû dayîn û qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan ku di 18’ê tebaxa 2021’ê de hatibû dayîn, serlêdana parêzeran red kir. Lê belê têkildarî sedema qedexeyê parêzer nehatin agahdarkirin.
 
Parêzeran xwestin astengî bên rakirin
 
Qedexeya hevdîtina bi malbatê re di 18’ê mijdara sala 2021’ê de bi dawî bû. Tevî vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê tu bersiv nedan serlêdanên ji bo hevdîtinê bi malbatê re. Parêzeran di 28’ê adarê de dîsa serî li Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê dan. Parêzeran xwest ku hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê re bên rakirin û hevdîtin pêk bên. Dadgeriyê di 29’ê adarê de bersiv da serlêdanê û serlêdan dîsa red kir. Dadgeriyê di sedema redkirinê de diyar kir ku cezayên nû yên disiplînê li Abdullah Ocalan hatine birîn û diyar kir ku bi vê sedemê dê destûra hevdîtinê neyê dayîn. Di biryara xwe ya redkirinê de dadgeriyê wiha got: “Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo hemû serlêdêran heta 3 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi malbatan re daye û ev biryar di 21’ê sibatê de teqez bûye. Lewma jî ev serlêdan hatiye redkirin.”
 
Rewşa agahînegirtinê rêbazeke îşkenceyê ye
 
Parêzerên Ocalan piştî biryara redkirinê ya dadgeriyê, di 12’ê adarê de bi sedema ku hevdîtinên malbatê bi rêya cezayên disiplînê yên “derhiqûqî” tên astengkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Di serlêdanê de parêzeran bal kişand ser rewşa agahînegirtina mutleq (incommunicado) û gotin ku rewşa agahînegirtinê rêbazeke îşkenceyê ye û xwest ku AYM tespîta binpêkirina mafên rêzgirtina li hemberî jiyana taybet, mafê parastin û darizandina adilane û mafê rêya serlêdaneke bi bandor bike.
 
Sepaneke fîîlî
 
Biryara qedexeya hevdîtina bi malbatan re ku ji ber cezayê disiplînê yê di 3’yê sibatê de hatibû dayîn, di 7’ê hezîranê de bi dawî dibû. Li ser vê yekê parêzerên Ocalan serî li Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê dan. Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kirin ku dema cezayê disiplînê bi dawî bûye lewma jî divê hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê re bên rakirin û heke cezayên nû yên disiplînê hebin jî di vê mijarê de bên agahdarkirin. Dadgeriyê rojek piştre bersiv da serlêdana parêzeran û got ku cezayên disiplînê hêj bi awayeke fiîlî didomin û bi vê hincetê serlêdana parêzeran red kir.
 
Li ser redkirina serlêdanê, parêzeran di 15’ê hezîranê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîraz kir.
 
Cezayekî nû yê nayê zanîn
 
Dadgehê di 23’yê hezîranê de bersiva îtîrazê da. Di bersivê de dadgehê destnîşan kir ku Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Girtîgeha Îmraliyê di 31’ê gulanê de li Abdullah Ocalan û girtiyên din cezayê displînê yê ji bo 3 mehan biriye û îtîraz red kir.
 
Tevahiya serlêdanên parêzeran bê bersiv hatin hiştin
 
Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê di 12’ê cotmeha sala 2021’ê de cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran a ji bo 6 mehan dabû Abdullah Ocalan. Qedexeya hevdîtinê di 22’yê nîsanê de bi dawî dibû. Lê dîsa jî destûr nehat dayîn ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Tevahiya serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv hatin hiştin. Li ser vê yekê parêzeran di 29’ê nîsanê de dîsa serî li Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê dan. Dadgeriyê di heman rojê de bersiv da û daxwaza hevdîtinê dîsa red kir. Di “hinceta” redkirina daxwaza hevdîtinê de hat destnîşankirin ku dadgeriyê di 13’ê nîsanê de ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtinê daye. Têkildarî hinceta qedexeyê dîsa tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin.
 
Hevdîtina li ser telefonê
 
Abdullah Ocalan cara ewil di 27’ê nîsana sala 2020’î de karî ji mafê xwe yê hevdîtina ser telefonê sûd bigire. Piştî ku têkildarî Abdullah Ocalan li ser medyaya civakî çendek agahî hatin parvekirin, bertekên raya giştî zêde bûn. Bi mezinbûna bertekan re Abdullah Ocalan di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî. Lê belê Mehmet Ocalan da zanîn ku hevdîtina wan di nîviyê de hatiye qutkirin.
 
Ev sê sal in tu hevdîtin nehatine kirin
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, herî dawî di 2-22’yê gulanê, di 12-18’ê hezîranê û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ji wê rojê heta niha jî destûra hevdîtinan nayê dayîn.