Navê wê Jîna ye

  • 09:01 26 Îlon 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Jin ku zext û qanûnên şerîetê yên rejîma ku şerê jinên Îranî dike ji nedîtî ve tên û sînorên ku ji wan re hatine danîn bi bêîteatiya sivîl a berfireh li hemberî  rejîmê dikin. Jin van çalakiyên xwe tevî 10 sal, 20 sal cezayê girtîgehê û qamçiyan pêk tînin."
 
Zeynep Nilgun Salmaner
 
Jîna 22 salî ku li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û mezin bûye, tenê ji ber ku porê wê xuya dibû, li Tehranê aliyê “polîsên exlaqê” yên rejîma melayên Îranê ve hatibû binçavkirin, hat qetilkirin. Rejîma ku ew bi hinceta serê xwe baş nepêçaye kuşt, heman rejima ku nehiştiye navê xwe yê kurdî bi kar bîne ye. Li qel ku bikaranîna nav li gorî qanûna Îranê ne qedexeye jî di pêkanînê de destûr nayê dayîn.  Jîna ji ber vê di fermiyetê de navê Mahsa bi kar dianî. 
 
Ji ber vê yekê jin û mirvonên din li ser medyaya civakî dema jê re bi navê farisî dibêjin "Mahsa"  ez dibêm qey nasnameya wê ya rastyeqîn jê dibin.  Di mirinê de jî wê bi rastî nabînin. Ji ber ku nikarin wê tam bibînin, tam şîna wê nakin û serî radikin.
 
Çalakiyên ku piştî merasîma cenazeyê Jîna dest pê kirin, ji Rojhilatê Kurdistanê li tevahiya Îranê belav bûn, jin dîsa li pêşiyê bûn; li dijî şerîetê, li dijî tundiya mêr-dewletê, li dijî faşîzmê.
 
Berxwedana bêdawî ya jinan…
 
Weke her netewe-dewletê, rejîma melayên Îranê jî di ser jinê re xwe heyî kiriye. Li gel 43 sal in bi awayekî sîstematîk ji bo parastina şerîetê tundî li jinan tê kirin jî jinên Îranî yên ku guh nadin van zextaqn, ev demeke dirêj e ku li dijî serîgirêdana mecbûrî çalakiyên bêîteatiya sivîl dikin.
 
Jin ji aliyekî ve qqanûnên şerîetê ji nedîtî ve tên û li alyekî sînorên ku ji wan re hatine danîn bi bêîteatiya sivîl derbas dikin. Jin vê çalakiya xwe jî tevî ku wê 10 sal 20 sal cezayê girtîgehê  û cezayê qamçî jî ku wê li wan bê birîn dikin. Jinên Îranî her ku li ber xwe didin tên girtin, îşkencekirin û agahiyên ku dibêjin "Jin di girtîgehên Îanê de întîhar dikin" zêde dibin.
 
Pirsgirêk ne tayê por e!
 
Lê her çendî ku tê gotin ev çalakî li dijî feşartina tayên par be jî, di rastiyê de, ji bo mafê xwe  jinên li  kargehan, heta atolyeyan, ji mamosteyên jin heta jinên teqawîtbûyî, ji kedkarên malê heta xwendekaran, bê tirs dibin yek û ji bo mafê perwerdehiyê û ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî li dijî xizanî, cudakarî û zilmê dengê xwe bilind dikin.
 
Jin jiyan azadi
 
Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jînayê bi dirûşima “Jin jiyan azadî” dest pê kirin, ji Seqizê dest pê kirin û li hemû kolanên Îranê deng vedan û têkoşîn û tecrûbyên tevgera jinên Kurd deng vedan.
 
Têkoşîna Jinên Îranî ku heqîqeta, "Hata jin azad nabe civak azad nabe " di nav xwe de dihewîne nîşanî hemû cîhanê de ku dema jin jî di nav têkoşînê de be wê hemû sînor ji holê bên hilanîn û pergala mêr a faşîst hilweşe. 
 
Ji ber vê yekê jî sedsala 21'ê  wê bibe sedsala şoreşa jinê.