Demên ku bandora perperokê afirandin

  • 09:07 24 Mijdar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Gotina Marîa Teresa ya ‘Belkî tişta herî nêzî me mirin e lê ev min natirsîne, em ê ji bo mafên herî sereke têbikoşin!’ li her çar alî cîhanê di têkoşîna jinan a bilindbûyî de hîna rojevîbûna xwe diparêze. Jinên Efganîstanê di têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Talîban,  ji Şîliyê heta Arjantînê di berxwedana jinên li dijî serdestiya mêr serî natewînin de, hebûna xwe diparêze…
 
Pero Dundar
 
‘Bandora perperokê’, ‘Jin jiyan azadî’… Desthilatdariyên serdest ên mêr ku dibin kabûsên xewnên ‘mêr’, rastiya têkoşîna azadiya jinê jî bû navê vê asta rêya ku hatinê û ferzbûnê.
 
Di dîroka têkoşîna jinan ku ked û bedel hatiye dayîn de, demên me yên ku ‘bandora perperokê’ afirandine hene. Serhildana jinan a bi sedsalane didome, dem bi dem bi hezaran gavî pêş ket. Yek ji van deman jî bêguman 62 sal berê hat jiyîn. Ev berxwedana Xwişkên Mîrabel bû. Li Komara Domînîk sê xwişkên hev ji bo azadî û wekheviyê têkoşîn dan, rejîma dîktator ya faşîst a Komara Domînîk tecawizî wan kir û hatin qetilkirin. Xwişkên Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa’ ku bandora perperokê afirandin, wek ‘Perperok’ tên binavkirin.
 
Jîna Emînî li Îranê ji ber porê xwe negirt ji aliyê rejîma Molla a Îranê ve hat qetilkirin. Piştî vê ji bo Jîna li her derê jin bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ daketin kolan û qadan û serhildana xwe mezin kirin. Di biryarbûna jinên ku pênûsa Nahîgan Akarsel dewr girtine de jî, gotinên Marîa Teresa deng didin.
 
Bi vê biryar û baweriyê em ê di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tûndiya Li Hember Jinê de carek din bêjin ‘jin jiyan azadî’ û serhildana xwe li qadan biqîrin. Ji ber ku ji bo vê gelek hincetên me yên mafdar hene.
 
Li dijî çeteleya tûndiyê têkoşîna jiyanê
 
Îro li her derê cîhanê jin bi gelek cureyên tundiyê re rû bi rû ne. Em di nav çeteleya tûndiya piralî de têkoşîna jiyanê didin. Tu jin nikare bêje ‘ez bi tundiyê re nehatime rû hev’. Ji ber hemû cureyên tundiyê polîtîkaya dewletê ye. Tenê cureyên tundiya li ser erdnîgariya me û bêcezahiştina wan ji bo tespîta vê têr dike.
 
Kî dikare ji bo pirsa ‘di saetên êvarê de li derve tu fikaran dijî?’ bêje na. Em hemû bi fikara ku wê bi destdirêjiyê re bên rû hev, najîn gelo? Gelek caran tiştên ku nahêlin em tacîzkar û gumanbaran li qerekolê gilî bikin tune ne gelo? Fikara ku gumanbar tê girtin û çend şûnde tê berdan bi me hemûyan re tune ye gelo.. Negotina destdirêjiya hatiye kirin jî wek hesta şermbûnê fêrî me nehatiye kirin gelo?
 
Şîdeta di nav malê de
 
Li malê şîdeta bav, bira tê jiyîn. Gelo mal ji bo jinan wê çawa bi ewle bin? Mal ji bo jinan cihên şîdet û rolên zayendê tên ferzkirinê ne. Dewlet-mêr dibêje. Heta bi gotinê namînin ferz dikin. Di pêvajoya pandemiyê de bi banga ‘li malên xwe bin’ gelek jinan jiyana xwe ji dest da. Dewlet-mêr, patronên mêr, sermayeya mêr jin ji kar derxistin û bi hev re ketin pêşbirkê. Xizanî û betaliya jinê giran bû. Jinan seranserê rojê li malê kar kirin û li zarokan mêze kirin. Bi her cureyê tundiyê re hatin rû hev. Ev tiştên ku hatin jiyîn, gelo ne tundiya aborî bûn?
 
Mêr ji darazê cesaretê digirin
 
Şîdeta dewlet mêr  Leyla Guven, Ayşe Gokkan û hemû jinên ji bo azadiya jinê têkoşiyan girtin û xistin girtîgehan. Mêrên ku canê derkevin kolanan û jinan qetil dikin hene. Di bin navê hezkirinê de jinên tên qetilkirin hene û gumanbar cesaretê digirin. Gelo vê cesaretê ji ku digirin. Ji kesên ku Peymana Stenbolê fesh kirine digirin. Em hemû bersiva vê dizanin. Lê dîsa jî di nivîsandinê de fêde heye. 
 
Tundiya mêr dewletê ya Nagîhan qetil kir
 
Dewleta mêr ber bi 25’ê Mijdarê ve li hember Kobanê û gelên Rojava êrîşan pêk tîne. Dewleta mêr êrîşî jinên ku tundiya mêr teşhîr dikin, têkoşîna edeletê didin, dikin. Dewleta mêr endama Navenda Lêkolîna Jîneololojiyê Nagîhan Akarsel qetil kir.
 
Li cihekî şer hebe, li wir serhildan heye. Mêrên ku şer derdixin û jinên li dijî vê serhildanê mezin dikin. Ev serhildan carnan ji têlek por carnan jî di tililiyan de mezin dibe û belav dibe. Ji ber jin damezrînerên jiyana wekhev û azad in. Belê hêza me ya ku biguherîne heye. Bi baweriya me ya bi rêxistinî û piştevaniya jinê em dikarin jiyanek nû bi hev re bihûnin.