Jin ji axa dewlemend sûdê digirin û dikin çavkaniya debarê

  • 09:01 19 Îlon 2022
  • Jiyan
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê ku  amadekariyên zivistanê dikin, diyar kirin ku çi berhem hebin ji destê wan tê û ji bo zivistanê amade dikin. Jinan diyar kir ku ew bi her awayî ji xwezayê sûdê digirin û ji bo xwe dikin çavkaniya.
 
Axa Kurdistnê dewlemend e û bi her awayî mirov dikare jê sûdê bigire. Hema çi bigire di her demsalê de berhemên ku miorv ji wan sûdê bigre hene. Jinên  ku bi awayekî xwezayî têkiliya wan bi xwezayê re xweş e pir xweş sûdê ji vê axa dewlemend digirin. Jin ji demsala biharê ve dest bi amadekariyên zivistanê dikin û heta dawiya payizê berdewam dikin. Destpêkê ji cureyên pincar ku kom dikin û penîrê çêdikin dest bi amadekariyên dikin. Havîn û payizê jî sebze û fêkiyê ku ji bo zivistanê hişk dikin amadekariyên xwe berdewam dikin. Herwiha di demsala payizê de jî tirşî, konserve, dims, salça îstoê, avafirîngiya, rêçal û her wekî din amade dikin.  Jin bi vê yekê çanda xwe ya kolektîf diparêzin û ev berhem ji bo wan dibin çavkaniya debarê.
 
Jinên Şirnexê ku amadekariyên zivistanê dikin ji ajansa me re axivîn û bahsa amadekariyên dikin kirin.
 
‘Em bi kedekê mezin çêdikin’             
 
Ayşe Erk ku li bajarokê Gundikêmelê yê girêdayî Şirnexê ye û amadekariyên xwe yên zivistanê bi kedeke mezin dke, diyar kir ku her çiqas zehmetiya karê wê hebe ewqas jî ji karê xwe kêfxweş e û got: “Em bi kedekê mezin sebze û fêkiyê xwe kom dikin. Ewilî em  wan dişon piştre ji hev cuda dikin û hûr dikin.  Em hêjîr, incas, mişmiş û her cure zebze hişk dikin û tirkiyê xwe dikin mewîj ji bo zivistanê hiştînin. Her wiha ez salçe û reçelê jî çêdikim. Ango çi ji destê min hat hewil didim ji hemû berheman ji bo zivistanê amadekariyê bikim.”
 
‘Feydeya wan gelek e’
 
Ayşeya ku di heman demê de bêrîvan e jî anî ziman ku bi cûreyên pênirê çêdike ew jî amadekariya zivistanê dike û got: “Feydeya amadekariyên zivistanê gelek in. Piraniya xwarinên me yên zivistanê ku em çêdikin ji van berhemên ku em havîn û payizê amade dikin e. Zivistanê xarinên m zêdetir ji fêkî û sebzeyê ku em hişk tikin tên çêkirin. Gava em van amadekariyan bijr havîn û payizê dikin. Çile  hewce nake ku em biçin dikanan û yên hazir bigirin. Hem tehma wan ne xweş e û hem jî gelek biha ne. Berhemên ku bi dest tê çêkirin tehma wan xweştir e. Ji ber ku karê min bêrîvantî ye bi taybetî cureyên penêr ji bo zivistanê amade dikim.”
 
‘Qeyrana abor bandor li amadekariyan jî kir’
 
Taybet Acêt a ku li Cizîrê dimîne diyar kir ku amadekariyên wam ên zivistanê jî ji qeyrana aborî bi bandor bûne û  di axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Berê me ew çanda xwe li gundan û bi awayekî kollektîf dimeşand. Li wir baxçeyên me hebûn û me fêkî û zebzeyê xwe ji baxçeyên xwe kom dikin û ji bo zivistanê amadekarî dikir. Lê niha em li bajaran vî karî . Lewra divê em wan sebze û fêkî bikirin. Lê dema ku em dikirin em jî ji qeyrana aborî bi bandor dibin. Sebze û fêkî gelek biha bûne. Ji ber vê em hemû amadekariyên divê bikin nikarin hemûyî bikin. Gelek malbat nikarin ji bo her cure amadekarî sebze û fêkî bikirin. Ji ber ku gelek bûha ne. Lê hendik be jî hemû mal ev çanda xwe diparêzin û ji bo izvistanê amadekariyê dikin.”
 
‘Tahma berhemên bi dest xweştir e’
 
Taybet, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelek zehmetiya karên wan heye lê bi qasî zahmetiya dikişînin ewas jî jê sûdê werdigirin. Taybet, got: “Em zivistana xwe bi van berheman derbas dikin. Em bacanên reş, kundir, îsot, firîngî û încasan hişk dikin û ji tirkî jî niha mewîjan çêdikin. Her wiha em konserve,  tirşî û rêçalêlê jî çêdikin. Ango çi ji me hat em hemûyan çêdikin û amade dikin. Bêguman karê em dikin zahmet e. Em çend rojan pê  mijûl dibin. Em ewilî fêkî û zebzeyê xwe dişon, hûr dikin, dikelînin û dixin şûşeyan. Feydeya wê gelek heye. Tiştên mirov bi destên xwe amade dike ekla wan zêdetir e.”