‘Yên herî zêde keda wan tê binpêkirin jin in’ 2026-04-29 09:04:31   Devrîm Findik   STENBOL - Pispora rêxistibûna Sendîkaya TEKSÎF’ê Pembe Maden,da zanîn ku jin di sektora tekstîlê de, bêewle, di bin tehdîda ji kar derxistinê, destdirêjî û mûçeyê kêm de tên xebitandin û got: “Yên herî zêde keda wan tê binpêkirin û  di plana dawî de tên hiştin jin in. Çarseriya li dijî vê rêxistinbûn e.”   Ji  1’ê Gulanê Cejna Karkeran re demek kurt ma û  pirsgirêkên jinên di sektora tekstîlê de dixebitin, sal bi sal girantir dibin. Ji kar derxistin, zextên tên kirin û mûçeyê newekhev. Jin ji bo di hilberîn û qada sendîkal de bên dîtin bi salan e têdikoşin.   Pispora Teşkîlat û Rêxistinbûnê ya Sendîkaya Karkerên Tekstîl û Derî Sanayî ya Tirkiyeyê (TEKSÎF) Pembe Maden der barê tecrubeyên li qadê û têkoşîna jinan axivî û da zanîn ku divê jin di sendîkayan de aktîf bin û qadên 1’ê Gulanê tije bikin.   ‘Ewlehiya jinan tune ye, mûçeyên wekhev tune ye’   Pembe Maden daxuyakirin ku di qada  tekstîlê de sîrkulasyona karkeran pir mezin e û hema hema ewlehiya tu karkerek tune ye. Pembe Maden wiha dirêjî dayê: “Di pirsgirêkek herî biçûk de karker ji kar tên derxistin.  Bi taybet jî hema jin tên tercîhkirin. Jinan wek kesên ku debarê dikin nabînin. Ev şaş e. îro bi sedan jinên ku bi tena serê xwe debara mala xwe dikin hene. Piranî jin di karên giran de dixebitin lê wek mêran mûçe nagirin. Rastî tacîz û mobîngê tên. Ji bo pêşî li van zextan bê girtin divê karker xwe rêxistin bikin bibin endamên sendîkayan.”   ‘Di berxwedanan de jin hene’   Pembe Maden daxuyakirin ku karkerên jin di eniya pêş a  berxwedanê de cih digirin lê di pêvajoyên biryargiritnê yên sendîkayan de piranî mêr hene û wiha bi lêv kir: “Em hewl didin vê pergalê biguherin. Di sendîkayan de lijneyên jinan tên avakirin. Di rêveberiyan de jin cih digirin. Lê zextên civakê pêşî li jinan digirin. Ev jî pêvajoyê zehmet dike. Ez li ser xwe mînakekê bidim. Berê di sendîkayeke dixebitîm min li dijî vê serdestiya mêr helwet girt. Ew der ne kahweye, sendîka ye. Mala karkeran e. Jin-mêr ferq nake, divê ji her kesî re vekirî be.Ez bang li jinan dikim, di fabrîqeyan de bibin pêşeng. Ji bo ketina sendîkayan bibin pêşeng. Ji karkeran re pêşengiyê bikin. Netirsin. Li qadan bin.”   ‘Ger ku jin xwe rêxistin bikin têkoşîn jî mezin dibe’   Pembe Maden destnîşan kir ku di TEKSÎF’ê de endamên jin zêde ne û ev nirxandin kir: “Di pêvajoyên rêxitsinbûnê de cih girtina jinan girînge.di Pêvajoyek girevê ya li Enqereyê hat meşandin de tevlibûna jinan xurt bû.Ji lijneya jinan 50-60 jin hatin. Gotinên wan yên ji bo hevalên di grevê de gelek bi nirx bûn. Jin bikevin qada rêxistibûnê wê serkeftin jî bê. Di sendîkayan de xebatên perwerdehiya ji bo jinan heye. Me di nava salê de beşek girîng ji perwerdehiyê re veqetand.”   ‘Wek jinekê min dest jê berneda’   Pembe Maden di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pergala serdet ya mêr a di sendîkayan de dikare bê guhertin û ji bo vê jî divê jin zêdetir têkoşînê bimeşînin û wiha dawî lê anî: “Ez di fabrîqeyek tekstîlê de dixebitim. Min ji bo nûneriyê namzetiya xwe danî. Beşa em lê dixebitîn piranî mêr bûn. Ji min re gotin em dengan nadin jinan. Min serî netewand. Min têkoşîna xwe meşand. Ez bûm namzet. Ji ber divê ev pergal biguheriya. Em jin bixwazin li her qadê hebin divê em têbikoşin.Divê em qadan ji mêran re nehêlin.1’ê Gulanê di alî jinan de roja têkoşînê ye. Ez bang li hemû jinan dikim ku em dakevin qadên 1’ê Gulanê û daxwazên xwe bînin ziman.”