ÎSÎG: Di sala 2022'yan de hezar û 202 karkeran jiyana xwe ji dest da

  • 15:06 13 Îlon 2022
  • Ked/Aborî
STENBOL - ÎSÎG’ê ragihand ku di heşt mehên di sala 2022’yan de hezar û 202 karkeran jiyana xwe ji dest da. 
 
Meclisa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser cînayetên kar ên li gelek qadên cuda yên karên weke çandinî, daristan, maden û tersane ên 8 mehên destpêkê yên sala 2022'an aşkere kir. ÎSÎG’ê diyar kir ku di meha tebaxê de 186 karkeran jiyana xwe ji dest daye û her wiha di pêvajoya 8 mehan de hezar û 202 karkeran jiyana xwe ji dest daye. 
 
186 karkeran jiyana xwe ji dest dane
 
ÎSÎG’ê di raporê de ragihand ku di meha Çileyê de 120, di sibatê de 109, di adarê de 122, di nîsanê de 129, di gulanê de 176, di hezîranê de 189, di tîrmehê de 171 û di tebaxê de 186 karkeran jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG’ê diyar kir ku herî zêde mirin di baskên kar ên çandinî, înşaet û rê de pêk hatine. ÎSÎG’ê da zanîn ku ji karkerên mirî tenê ji sedî 2,99 sendîkayî ne. 
 
64 karkerên ku em temenê wan nizanin jiyana xwe ji dest dane
 
Di raporê de hat gotin ku 80 ji hezar 202 karkerên di 8 mehan de jiyana xwe ji dest dane jin in. Têkildarî temenên karkerên jiyana xwe ji dest dane ev dane hatin parvekirin: “18 karkerên zarok ên 14 salî û jê kêmtir, 30 jê zarok/karkerên ciwan ên di navbera 15-17 salî de, 182 karkerên di navbera 18-27 salî de, 585 karkerên di navbera 28-50 salî de 249 karkerên temenê wan di navbera 51-64 salî de 74 karkerên 65 salî û 64 karkerên ku em temenê wan nizanin jiyana xwe ji dest dane.”  
 
Di raporê de hate gotin ku qadên xebatê yên neewle bi pêvajoya pandemiyê berfireh bûn û bal kişand ser zêdebûna karkerên ciwan. Di raporê de hat ragihandin ku di encama polîtîkayên neolîberal ên hikûmetê de welatiyên di salên 60 û 70'î de li qadên weke çandinî û înşaetê dixebitin û gelek welatiyên ji van temenan neçar dimînin bermayiyan li nava kolanan kom bikin.