Kedkarên demsalî: Em bi heqdestekî erzan dixebitin

  • 09:02 30 Îlon 2022
  • Ked/Aborî
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên ku di şert û mercên dijwar de 12 saetan di zeviyên pembû de dixebitin destnîşan kirin ku qeyrana aborî bandorek mezin li wan kariye  û ji neçarî bi heqdesteke erzan dixebitin. 
 
Bi hatina demsala payîzê wextê komkirina pembûyan jî destpê dike. Li gundê Şîvasorê yê girêdayî navçeya Silopiyayê ya Şirnexê jinên ku di şert û mercên dijwar de dixebitin ji şefeqa serê sibê heta êvarê bi bihayek erzan di zeviyên pembû de dixebitin. Jinên ku ji qeyrana aboriyê gazincan dikin diyar kirin ku her çiqas nikaribin heqdestê heq dikin bigirin jî ji neçarî dixebitin.
 
‘Qeyrana aboriyê bandor kir’
 
Canê Kartal ku 2 sal in vî karî dikin anî ziman ku ew 12 saetan li ser zeviyan dixebitin lê pereye ku digirin dîsa jî têrî wan nake û keda wan tê xwarin. Canê, got: “Em bi şev saet di 4’an de tên nav zeviyan. Hêta êvarê li  zeviyan dixebitin. Zarokên xwe li mal dihêlin em ji neçarî tên. Qeyrana aboriyê her diçe kûrtir dibe. Her tişt giran bûye, em nikarin pêdiviyên zarokên xwe û debara mala xwe bikin. Em ji ber xizaniyê di zeviyên pembûyan de dixebitin lê dîsa jî têrî nake. Zarokên me diçin dibistanê lê alavên dibistanê gelek biha bûne. Em nizanin çawa bikin. Ez û hevjînê xwe jî dixebitin lê dîsa jî têrî me nake. Em dixwazin ev rewş were çareserkirin.”
 
‘Em nikarin heqdestê divê bigirin’
 
Emîne Taşkin a 23 salî ku 2 sal in bi karê komkirina pembû hewl dide debar xwe bike, diyar kir ku ew kedeke zêde didin lê heqdestê divê jî nikarin bigirin û got: “Em bi saetan dixebitin û heqdetê ku em heq dikin jî nikarin bigirin. Em pêşiyê eşêfê dikin, piştî wê dastik dikin û niha jî di pêvajoya dawîn de peymbû kom dikin. Em rojê sed an jî 90 kîlo pembû kom dikin. Li gorî hêzê diguhere lê dîsa jî bi bihayek erzan em tên xebitandin.”
 
 
‘Zehmetiya wê gelek in'
 
Gulsum Erk jî bal kişand  ser zehmetiya karê ku dikin û diyar  kir ku ew gelek caran dema dixebitin nikarin avaê jî vexun. Gulsum, got: “Em şevê saet di 3’an de şiyar dibin û 5’ê siharê tên nav zeviyan. Em 3 mehan li zeviyên pembû eşêfê dikin. Piştre gava ku wextê komkirinê hat jî em dest bi komkirinê dikin. Hewa jî germ e, Carinan em bê av dimînin û nikarin avê jî peyda bikin. Ev gelekî zehmet e. Di meha îlon û cotmehê de pembû kom dikin. Di mehên din de jî fistiq û gelek karên bi vî şiklî dikin. Ev karên wisa jî hemû li ser milê jinan e. Hem ji aliyê germahiyê dezehmet e hem jî pişta me diêşe û destên me birîn û kul dibin.”
 
‘Ji ber qeyranê min dibistan terikand û pembû kom dikim’
 
Herî dawî jî Yeşîm Acet a 18 salî axivî û daxuyand ku ew ji ber qeyrana aboriyê neçar maye ku dev ji dibistane berde û got: “Rojê me li nav zeviyan derbas dibin. Gava em diçin malê jî gelek diwestin û li wir jî karê malê dikin. Em ji bo xwe nikarim wext veqetînim. Zehmetiya xebata li nav zeviyan gelek e û pere jî hindik didin. Em herî zêde di aliyê germahiyê de zehmetî dikşînin.  Ji ber qeyrana aboriyê ez neçar mam ku dev ji dibistanê berdim. Heke ev qeyran tune bûya min dixwest perwerdeya xwe berdewam bikim. Lê niha di zeviyan de dixebitim. Em di zeviyan de karê pembûyan fistiq û yên din dikim û hewl didin ku debara xwe bikin.”