Têkiliya daxwazên me yên azadiyê ya bi zanistê re

  • 09:12 30 Kanûn 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Tevgera Jinên Kurd ku îro têkoşîneke mezin a azadiyê didin li hemû cîhanê bûye çavkaniya azadiyê û bûye îlham. Em di sedsala 21’ê de demên azadiyê ku veguherine hêza çalakiyê dijîn. Zanista ku hegemonya deshtilatdariya binpêker îro hemû mirovahî bi xetereyeke mezin a cidîre rû bi rû hiştiye.
 
Newroz Zin
 
Divê em çi bikin ji ku dest pê bikin? Em kevirên felsefîk ên dîroka xwe bi hostetiya civaknasiyê bihûnin. Divê ji bo vê em bibin yek û xwe bigihînin her kesî. Divê em ji pergala rizyayî ya serdestiya mêr ku jinan dike alav, re bêjin bes e. Em li ku derê cîhanê bin jî em jin ji paşerojek hevpar tên. Bi guhertina pergala desthilatdariyan em dikarin vê esasê derxin holê. Pergala kapîtalîst ji bo kadroyên xwe ava bike, karkerên hêza erzan ava bike jin û mêrên ji xwe re dibin biyanî diafirîne.
 
Jinên akademîsyen diyar dikin ku zanist tenê nikare bi pergala kapîtalîst re têbikoşe û bi klavûza ‘divê çawa bê jiyîn’ nifşê ciwan perwerde dike. Jin û akademîsyen zêdetir li ser felsefeyê kûr dibin û bal dikişînin ser girîngiya exlaqê civakî. Divê tenê rastî neyê ziman. Ev têr nake. Divê em veguherin çavkaniya rastiyê.
 
Tevgera Jinên Kurd ku îro têkoşîneke mezin a azadiyê didin li hemû cîhanê bûye çavkaniya azadiyê û bûye îlham. Em di sedsala 21’ê de demên azadiyê ku veguherine hêza çalakiyê dijîn. Zanista ku hegemonya deshtilatdariya binpêker îro hemû mirovahî bi xetereyeke mezin a cidîre rû bi rû hiştiye. Ji ber vê jî ji çareserkirina vê feraseta kapîtalîst zehmet e. Em hewl didin vê bi zanista xwe bispêre heqîqetê û nêrîna jinê derxin holê. Pêkanîna vê jî bi paradîgma zanistê pêkan e.
 
Civaka xwezayî ya jinan pêş xistiye, zîhniyeta azadîxwaz û hilberîner a jinê, avakirina pergala azadîxwaz a jinê, ekolojîk û demokratîk rêbaza me ya herî îdeal e. Pergal bi destê mirovan tê avakirin û tê guhertin. Em jin hewl didin vê rastiya krîza kapîtalîst bi hemû aliyan ji nîqaşan re vekin. Ji ber vê jî Jineolojî ji cîhanek azad re derî vedike.
 
Hewcedariya me bi pergaleke perwerdeya ku felsefe, zanist û sosyolojiyê pêş dixe, heye. Em jinên Kurd di vê mijarê de bi lêgerînên xwe bi pergala ‘netewa demokratîk’ re hatin gel hev. Pêkan e her dema vê jiyanê di asta herî jor de veguhere dema azadiyê. Lê heta pergala me ya perwerdeyê nehêle ku em vê kifş nekin gelo wê nirxa wê çi be? Her çiqas mirov ji hebûnên cuda bên jî bi terz û rêbaza hevpar a civakî  di çemekî de dikarin bibin yek. Armanca vê perwerdeyê ne tenê  zanîn, dîplome û pîşe ye, armanca esas rotayek ku rê nîşan dide bê avakirinê ye.
 
Azadbûn di cudabûn, pirbûn, curebûnê de venasîn  di venasîna exlaqê civakî de jî hêsaniyê diafirîne. Pirbûn, curebûn û cudahî her tim hebûnek zanyar dihewîne. Hişekî ku nebatan ber bi curebûnê ve dibe, di lêkolînên zanistî de jî tê piştrastkirin. Avabûnên hucreyên zindiyekî bi tu awayî  ji destê mirov an jî fabriqeyekê derneketiye. Belkî em bi qasî Hegel behsa hişê gerdunî (Geîst) nakin. Lê mirov nikarin bêjin ku nikare behsa hebûneke hişê dişibe vî hişê nayê kirin. Em cudabûnê ji dervê hebûna hiş bi vegotinek din nikarin bînin ziman. Pirbûn û curebûn her tim azadiyê esas digire. Mirov bi hebûna herî jîr a gerdûnê tê venasîn. Gelo mirov hişê xwe çawa girtiye? Di alî zanistî de mirov bi kakila dîroka gerdûnê hatiye venasîn. Di vê venasînê de mirov bi dewlemendiya hişê gerdûnî tê venasîn.
 
Em jin bi karekterê xwe yê gerdûnî re berpirs in ku sedsala 21’ê bikin sedsala azadî, wekhevî, mirovahî, jinan. Çawa ku mirovahiyê şoreşa ewil kir û bi nirxên polîtîk û exlaqî civakîbûn afirand û bi vê re veguhert esasa jiyanê, îro jî qedera mirovahiyê bi têkoşîna jinan û pêşengiya şoreşî tê diyarkirin. Bi têkoşînê em jin dikarin vê koletiyê ji ser xwe biavêjin û bibin xwebûn. Azadî her tim bi têkoşîna jinê pêş ketiye û li hember hêzên deshilatdar ên hegemon her tim sekna jinê hebû. Jin îro jî  rêbaza xwe ya gihiştiye kuantuma serdema niha û zanist û felsefeyê pêş dixîne. Ev rêbaz zanista jinê jineolojî ye. Jineolojî pêşiya hemû azadiyan vedike. Riya rastiyê ya diçe heqîqetê vedike. Şoreşa jinê wê bibe civaka azad a jinan, civaka demokratîk û civaka ekolojîk. Her jina ku dilê wê bi azadiyê davêje wê gund bidin vê bangê û mîsyona pêşengiyê bîne cih. Em bawer dikin ku wê cîhan axwe ya azad bi kelecan û coşa heqîqetê pêk bîne. Yên bi ser kevin wê em jin bin.