Tevî îşkenceya polîs dest ji têkoşînê bernade: Fincê Akman

  • 09:07 16 Tîrmeh 2022
  • Portre
STENBOL - Fincê Akman ya di temenê biçûk de îşkence dît û dest ji têkoşînê berneda, niha ji bo kurê xwe yê girtî di Nobeda Edeletê de  bi du dayikan re li dijî polîsan li berxwe dide.
 
Fincê Akman di temenê biçûk de cerdevaniyê red dike û koç dikin. Di ducaniya xwe de bi her cureyê îşkenceyê re tê rû hev û niha ji bo kurê xwe Yakup Akman yê girtiye di Nobeda Edaletê de têdikoşe. Tevî hemû zextan dest ji têkoşînê bernedaye. Fincê bi du dayikan re bi biryar nobeda xwe didomîne û banga piştgiriya têkoşîna wan kir.
 
Koçber bûn
 
Fincê di 1966’an de li gundê Zonê yê Mêrdînê tê dinê. Fincê jî wek gelek zarokên keç naçe dibistanê û malbat nahêle. 5 bira û 3 xwişk in. Fincê di 16 salî ya xwe de bi xizmê wê re tê zewicandin û li Qoserê bi cih dibin. Bi zarokên xwe re zor û zehmetiyan dikşînin û wiha dibêje: “Wê demê me dizanibû em kurd in. Lê em ne xwedî nêrînek siyasî bûn. Ya rast em ditirsiyan. Jîtem û tevgera taybet hebû. Sîxur gelek zêde bûn.”
 
Bi ser malan de hat girtin, îşkence kirin
 
Fincê wiha dirêjî dayê: “Li Qoserê bi ser 15 malan de hatin girtin. Şevekê saet 01.00 bû. Bi ser mala me de girtin. Gotinên wekî ‘mêran dikujin lê jinan nakujin’ li holê digeriyan. Min ji hevjînê xwe re got ‘tu neyê ez derî vedikim’. Min derî vekir 10 heban berê çekê dan sînga min. Sobe li hundir bû. Ez birim gel sobê û bi stûyê min girtin û ez danîn ser sobê. Agir di sobê de bû. Ez qîriyam. Serê min şewitî bû. Bi çekê li min xistin û ez ketim erdê. Keça min a mezin zarok bû. Min hewl da şiyar bikim. Lê dîsa li min xistin. Destê min kelepçe kirin. Çavê min girtin. Piştre ez û hevjînê min birin. Derî vekirî hiştin.”
 
Ducanî îşkence lê kirin
 
Piştî qerekolê bêyî îfade bê girtin Fincê dibin îşkencexanê û Fincê wan rojan wiha vedibêje: “Ji ber îşkenceya li mirovan dihatin kirin deng dihat. Piştre talîmat dan. Min bi tirkî nizanibû. Min got hûn çima îşkenceyê bi min dikin. Gotin ‘Xweda tune pêxember çûye destûrê’. Yekî got ev jin ducanî ye, ceyranê nedinê lê satilek ava cemidî lê bikin. Satilek ava cemidî li min kirin û li min dan. Dijûn û heqaret kirin.”
 
Tovên ewil tên avêtin
 
Fincê wê rojê zilma li gelê kurd baş fêm dike û wiha dibêje: “Tirsên di dilê min de şikestin. Wan hewl didan çavên me bitirsînin. Lê cesaret hat me. Ligel vê kîn û nefreta me zêde bû. Em kurd bûn xwedî hişmend.”
 
Bi salan ji bo dermankirina kurê xwe hewl da
 
Kurê Fincê, Yakp dişewite û ji ber rewşa aborî ew dikevin zehmetiyê. Ji bo kurê xwe derman bike şev û roj hewl dide û Yakup 7 caran emeliyat dibe. Ji ber dermankirina kurê xwe di 2003’yan de tên Stenbolê. Fincê diyar dike ku dema tên Stenbolê pir zehmetiyan dikşînin û got: “Zivistan bû pir sar bû, êzingên me tunebûn. Pereyê nan jî tunebû. Kurê min Yakup her tim diçû daristana Aydos. Karê wî nêzî wir bû. Rojekê dema diçe dengê du kesan tê. Piştî demekê jî dengê agir tê. Hewl dide agir bitemirîne. Ji ber ku bedena wê berê şewitibû pir nêz nabe. Li derdorê çend kes dibînin. Agahî didin polîsan. Polîs dibêjin agahî bidin ambulansê. Polîs û îtfaye tê. Ji bo îfadeyê Yakup dibin qereqolê. Yakup tiştên dibîne dibêje. Nasnameyê dixwazin. Dibînin kutuka wî Qoser a Mêrdînê ye. Piştre destên wî kelepçe dikin û dibin.”
 
Bedela Kurdbûnê
 
Fincê wiha dirêjiyê didê: “Du kesên agir pêxistin qet nayên dadgehê. Me hîs kir ku planek heye. Di rûniştina sêyem de polîsan anîn. Di îfadeyan de berê xwe dan kurê min û gotin ‘te şewitand’. Kurê min got ‘Min wisa nekiriye, min bikira çima min telefon dikir, min ê rûyê xwe bigirta.’Di rûniştina çaran de cezayê muebetê dan kurê min. Kurê min ji ber kurd bû ev ceza lê birîn. Ev bedela kurdbûnê bû.”
 
Nobedên edeletê
 
Fincê bertek nîşanê îşkenceya li hember girtiyan jî da û wiha daxuyand: “Dewlet dibêje her derfetê me heye. Wê demê çima îşkenceyê li zarokên me dikin. Gelo çima ev îşkence? Em bi daxwaza edaletê ketin vê rê. Ji bo edaletê em ewil li ÎHD’ê û piştre jî li ATK’a Yenî Bosnayê û piştre jî li ber edliyeya Bakirkoy û Çaglayanê hatin gel hev. Ji bo em daxwazên xwe bidin bihîstin em ketin vê nobeda edaletê. Malbat dixwazin girtiyên nexweş bên berdan û ev îşkence bi dawî bibe. Tu kes nikare bi me şûnde gavê bide avêtin.”
 
Berxwedana du dayikan…
 
Fincê her wiha destnîşan dike ku di destê wan de ne çek ne tiştekî din heye û çawa gotina edaletê didin ser zimanê xwe dibin hedefa êrîşan û îşkence û îşlikê wê yê ji aliyê polîsan ve hatiye qelaştin jî wek dewlet û edaletê bi nav dike. Niha du dayik tevî hemû îşkenceya polîsan dest ji têkoşînê bernadin. Fincê wiha bertekê nîşan dide: “ Me digirin di wesayîtan de derb dikin, davêjin ser hev, li erdê dirêj dikin. Ne xema wan e. Deriyê wesayîtê digirin û di hundir de îşkenceyê didomînin. Her derê me reş û mor dikin. Me tehdîd dikin. Lê ez ji bo zarokê xwe têdikoşim, ez ji bo kurê xwe diçim wir. Ez edaletê dixwazim. Di hundir de li girtiyan li derve jî li malbat û dayikan îşkenceyê dikin.”
 
‘Em dikarin bibin hezar’
 
Fincê her wiha ev tişt anî ziman: “6 meh in em di Nobeda Edaletê de ne. Ji bilî çapemeniya azad tu kes me nabîne. Çapemeniya alîgir heqeretan li me dikin. Tevî îşkenceyê em xwedî li zarokên xwe derdikevin. Em hewl didin dengê me bê bihîstin. Bi sedan malbatên girtiyan hene. Em niha li Çaglayanê sê an jî çar dayik in. Dayik nayên wir. Gelo rehet dikin. Em dikarin bibin bi hezaran kes. Ez bang li hemû dayikan dikim ku tevli nobeta edaletê bibin. Divê her kes destê xwe bike bin kevir.”