Ji Halîde Turkoglu daxuyanî 2026-04-10 11:53:05   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu beriya civîna meclîsa jinan li navenda giştî ya partiyê daxuynî da. Halîde Turkoglu bi lêv kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiribû li benda derxistina qanûnan e.   Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu beriya civîna meclîsa jinan li navenda giştî ya partiyê daxuynî da.Halîde Turkoglu anî ziman ku ew ê ji plansaziya serdema nû bikin îro civîna meclîsa jinan li darbixin. Halîde Turkoglû ji ber ameliyata bûye û tev li emeliyatê nebûye ji parlamentera DEM Partiyê Çiçek Otlu re şîfa xwest. Halîde Turkoglu Dayika Aştiyê Zekiye Îlmen a ku jiyana xwe ji dest dabû jî bi bîranî û ji Dayikên Aştiyê re sersaxî xwest. Her wiha Halîde Turkoglu ji Figen Yuksekdag a di van rojên dawî de keke wê jiyana xwe ji dest dabû re jî sersaxî xwest û got divê hemû girtiyên jin bên berdan.   Halîde Turkoglu di axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de zêdetirî meheke berdewam dike û herî dawî peymana agirbestê hat ragihandin. Di vî şerî de jî herî zêde jin û zarok bandor dibin. Jinên Îranê li rex şer di heman demê de bi zext û tundiyên rejîma molla re jî rû bi rû ne. Aqubeta jinên ku li dijî rejîma Îranê xwe pêşandan li darxistinê jî nayê zanîn. Gelek jin jî ji ber tev li xwepêşendanan bûne hatinê girtin. Her wiha gelek jin jî bi cezayê dervekirinê re rû bi rû ne. Em bang li dewletên navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina darvekirinan têkevin nava hewldanan û cezayê darvekirinê bidin rawestandin. Daxwazên xwepeşendaran rewa ne. Divê rejim van daxwazan bi cih bînê.   Aştî û Civaka Demokratîk   Halîde Turkoglu bi lêv kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiribû li benda derxistina qanûnan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin piştgiriya pêvajoyê dikin. Lê tevî civak li benda derxistina qanûnan e jî hê jî girtin û binçavkirin berdewam dikin. Bêtahamuliya li dijî pîrozbahiya Newrozê û rengên me, bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dike. Her wiha girtiyên siyasî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin. Ew yek jî baweriya ji bo pêvajoyê qels dike. Aştiyeke mayîndê bi qebûlkirina mafê jin û hemû civakê pêkan e.”   ‘Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin’   Halîde Turkoglu destnîşan kir ku ji ber pergala zilamsalar jin bi kuştinê re rû bi rû ne û wiha pê de çû: “Polîtikayên zilaman diparêzin dibin sedema kuştina jinan. Divê desthilat ji bo parastina jinan qanûnan derxîne. Desthilat û sermayedar ji ber ku axa xwe diparêzin jinan dikin hedef. Li gundê Îkîzkoye Esra Işik ji ber axa xwe parastiyê hat girtin. Em jin jî ji bo parastina axa xwe li rex hev in. Her wiha di qada perwerdehiyê de jî pirsgirêkên zayendî berdewam dikin. Wezîrê perwerdehiyê bi daxuyaniyan LGBT+ dike hedef. Li dijî vê hişmendiya jinan tunedihesibîne jî em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Bijî têkoşîna me ya jinan. Jin jiyan azadî.”