Aktîvîsta Kurd Mahsa Zareî hat berdan 2026-02-05 13:22:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta çandê ya Kurd Mahsa Zareî, li ser hesaba xwe yê X wêneyek parve kir û ragihand ku piştî 33 rojan hatiye berdan.   Aktîvîsta çandê ya Kurd Mahsa Zareî, li ser hesabê xwe yê X’yê wêneyek parve kir û ragihand ku piştî 33 rojan gihîştiye azadiya xwe.   Aktivîsta çandê ya ji Kirmaşanê, bi van gotinên Kurdî rizgarbûna xwe ya ji girtîgehê anî ziman: “Tişta ku hûn nikarin tu carî ji dilê me derxin azadî ye.”   Hêjayî gotinê ye ku Aktîvîsta çandê ya Kurd a ji Kirmaşanê Mahsa Zareî, di 13’ê Kanûna 2025’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li cihê karê xwe hatibû binçavkirin. Beriya niha jî ji ber çalakiyên xwe yên çandî û piştgiriya xwepêşandanan bangî wê kiribûn û dûre hatibû binçavkirin.