HRANA: Herî kêm 6 hezar û 495 kes hatine kuştin 2026-02-06 11:39:06   NAVEDA NÛÇEYAN - Di rapora HRANA’yê hate destnîşankirin ku di xwepêşandanên li Îranê de herî kêm 6 hezar û 495 kes hatine kuştin.   Ajansa Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) di roja 40’emîn a xwepêşandanan de rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan parve kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di êrişên rejîma Îranê yên li dijî xwepêşandêran de herî kêm 6 hezar û 495 kes hatine kuştin.   Di raporê de tê diyarkirin ku hejmara bûyeran ya bi giştî wiha ye; li 31 parezgehan, li 210 bajaran û li 675 cihên din xwepêşandan pêk hatin. Di heman demê de hejmara kuştiyan ya bi giştî 6 hezar 941 e. Rapor aşkera dike ku 6 hezar 495 xwepêşander, 171 zarok û 61 sivîlên ku ne xwepêşandêr bûn, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.   Rapor destnîşan dike ku 214 leşker û hêzên girêdayî rejîma Îranê jî hatine kuştin. Her wiha 11 hezar û 630 bûyerên hê nehatine zelalkirin, ji bo ku bên zelalkirin, tên lêkolînkirin. Di bûyeran de 11 hezar û 21 kes bi giranî birîndar bûne. Bi giştî 50 hezar û 921 kes hatine girtin, ji vana 109 kes xwendekar in û 207 jî zarok in.   Hejmara kesên negirtî bên darizandin jî 11 hezar û 47 e.