Dîlan Yeşîlgoz dibe Wezîra Parastinê ya Holandayê 2026-02-06 11:39:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara Kurd Dîlan Yeşîlgoz di hikûmeta nû ya Holandayê de, dê bibe cîgira serokwezîr û wezîra parastinê ya Holandayê.   Siyasetmedara Kurd û Seroka Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) Dîlan Yeşîlgoz ragihand ku ew ê wek cîgira serokwezîr û wezîra parastinê di kabîneya nû ya hikûmetê de cih bigire.   Dîlan Yeşîlgoz li ser platforma Xê, lîsteya dabeşkirina wezaret û alîkarên wezaretan belav kir. Hat zanîn ku rêveberên hikûmetê li ser li lîsteyê li hev kirine. Dîlan Yeşîlgoz ji Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1977'an de li Enqereyê ji dayik bû ye û bi eslê xwe ji bajarê Dêrsimê ye. Dîlan Yeşîlgoz di sala 1984'an de tevî malbata xwe koçî Hollandayê kir û li wir di Zanîngeha Amsterdamê de Bawernameya Zanistên Civakî û Çandî wergirt. Dîlan Yeşîlgoz di Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê de dest bi siyasetê kir û di kabîneya hikûmetê de bû wezîra dadê ya Holandayê.