Malbata Gulistan Dokû: Bersûc xwe digihînin me 2026-02-08 11:15:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Gulistan Dokû, li ser hesabê xwe yê X’ê parvekirinek kir û got: “Piştî 6 salan faîl xwe digihînin me. Ji ber ku dizanin şeytên mezin dilîze. Di halê hazir de em tenê van bibêjin.”    Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokû, di 5’ê Çileya 2020’î de li Dêrsimê hate windakirin. Piştî xebatên lêgerînê yên bi rojan, telefona wê li Viyaduka Sari Saltuk a li ser Gola Bendavê ya Uzunçayirê hate dîtin. Ji wê rojê heta niha di lêpirsînê de tu pêşketinek çênebûye. Malbat û rêxistinên jinan, ji destpêkê heta niha dibêjin ku lêpirsîneke baş nehatiye kirin, delîl baş nehatine komkirin û ji destpêkê heta niha di pêvajoyê de terkexemiyek heye.    Malbata Gulistan Dokû, li ser hesabê xwe yê X’ê têkildarî dosyayê parvekirinek kir. Di parvekirinê de wiha hate gotin: “Em rizekî pir mezin hîn bûn. Piştî 6 salan faîl yek bi yek xwe digihînin me. Ji ber ku wan jî dît ku şeytên mezin dilîze û cînayet û ev tişt tevek dê stûyê wan bimîne û dê bibin qurbanî. Di halê hazir de ez niha tenê van bibêjim.”