'Pêşnûmeya biryarê û daxwaza pêkanîna ceza' 2026-02-09 09:02:36   Melek Avci   ENQERE - Ilarîa Salîs beriya pêşnûmeya biryara Rojava ya ku vê hefteyê di Parlamentoya Ewropayê de tê erêkirin axivî û da zanîn ku divê nasnameya Kurd û rêveberiya xweser bikeve bin ewlehiyê û got modela demokratîk li dijî emperyalîzma global garantiya berxwedan, îstîkrar û aştiyê ye.   HTŞ, DAIŞ û komên girêdayê Tirkiyeyê di 6’ê Çileyê de li dijî Helebê êrîş dan destpêkirin û piştre li hemû Rojava dan destpêkirin. Bi van êrîşan xwestin qirkirina Kurdan pêk bînin û şoreşa jinan ji holê rabikin. Di 30’yê Çileyê de di navbera HSD û HTŞ’ê de entegrasyon û peyman hat îmzekirin. Lê tevî peymanê dorpêça Kobanê didome.   Parlamenera Tifaqa Çep û Keskan a Koma Çep (Alleenza Verdî û Sînîstra) ya Parlamentoya Ewropayê Ilarîa Salîs der barê rewşa Rojava, dorpêça Kobanê û xebatên li Parlamentoya Ewropyê nirxandin kir.   Li Rojava çi di hedefê de ye?   Ilarîa Salîs da zanîn ku gelek sedemên êrîşên li ser Rojava hene û got li herêmê rêxistibûna wekhevî, piranî û azadîxwaz a jinan hedef tê girtin û wiha got: “ Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê welatên wek Tirkiyeyê, hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û aktor û hêzan ditirsîne.  Ev model li pêş netew dewlet, kapîtalîzmê dibe asteng. Du sedemên êrîşên li ser Rojava hene: Xurtkirina jinê û edaleta civakî ya ketiye meriyetê. Ev model ji bo hemû cîhanê mînak e. Ji bo Ewropayê mînak e. Ya din jî piraniyê diparêze. Al, çand û baweriyan dihewîne. Derfetê jiyaneke aştiyane û demokratîk diafirîne. Ji ber vê jî divê ji perspektîfek berfireh bê mêzekirin. Sedema êrîşan ev e.”   ‘Em ê vê hefteyê rojeva Rojava nîqaş bikin’   Ilarîa Salîs di berdewamiyê de wiha got: “Di avakirina demokratîkbûna herêmî de nedîtina rola Kurdan şerma mezin e. Ez dixwazim xebatên heta niha me li Parlamentoya Ewropayê meşandine û encamên wê parve bikim. Vê hefteyê roja sêşemê em ê rojeva Rojava nîqaş bikin. Roja pêncşemê em ê biryarê bidin erêkirin. Em diçin biryarekê. Ez vê rojevê digirim ser xwe û tevli muzakereyan bibim. Esasa ewil ev e ku peyman bê şopandin û ji bo vê jî komîsyoneke şopandinê bê avakirin.”   Li dijî kesên êrîş pêk anîne û zext kirin ceza   Ilarîa Salîh tişta duyemîn a difikirin li Ewropayê bikin û tevli metna biryarê bikin jî wiha nirxand: “Daxwaza me ev e ku YE û dewletên Ewropayê zextan li Sûriye û Tirkiyeyê bikin û ceza pêk bînin. Armanca vê jî ev e ku li dijî mafê gelan rêzdarî bê nîşandan. Em ê bang bikin ku demildest êrîşên li ser gelan bên bidawîkirin.”   ‘Divê maf bikevin bin ewlehiyê’   Ilarîa Salîs daxuyakirin ku divê li ser dewletên ku êrîşan pêk tînin zexta siyasî pêk bê û wiha dirêjî dayê: “Divê mafê destûra bingehîn a gelan, Rêveberiya Xweser a demokratîk bikeve bin garantiyê. Ev tê wateya naskirina ziman, çand, nasname û Rêveberiya Xweser a Kurd. Divê ev bibin garantînorên siyasî.”   ‘Ev şoreş şoreşa hemû jinan e’   Ilarîa Salîs destnîşan kir ku li şûna hedefgirtina vê modela li herêmê ketiye jiyanê divê pergala konfederalîzmê ya demokratîk zêdetir bê belavkirin û mayîndekirin û wiha bi lêv kir: “Ne tenê gelên Sûriyeyê divê ev pergal li cihê derveyê Sûriyeyê jî bikeve jiyanê û bê naskirin. Xurtkirina jinan tenê wekheviya zayendî eleqeder nake. Pir zêdetir e. Ji ber li vê herêmê jin di her merciya biryarê de cih digirin û di pozîsyonan de ne.  Ev divê bê parastin. Ev şoreşa şoreşa hemû jinan e. Bi vê modelê cîhan dikare bibe cihekî pir baş. Ev garantiya pêşketina aştî û demokrasiyê ye. Ev şoreşeke divê bê parastinê ye.”