Ji kameraya rojnameger Sozda Oremar Kobanê 2026-02-12 09:07:19   KOBANÊ- Rojnameger Sozda Oremar ku ji roja êriş û dorpêça li dijî Kobanê hatiye destpêkirin li bajar kedek mezin dide, berxwedan û krîza mirovahî ya li bajar tê jiyîn xist bin qeydan.   Rojnameger Sozda Oremar ku ji roja êriş û dorpêça li dijî Kobanê hatiye destpêkirin li bajar rojnamegeriyê dike, berxwedan û krîza mirovahî ya li bajar tê jiyîn ragihand. Sozda Oremar, qelebalixa li nexweşxaneyê, piştî birîna avê ya ji aliyê HTŞ’ê ve çalên hatine vedan û ava ku welatî jê jehrî bûne, şertên giran ên gel tê de dijîn xist bin qeydan.   Ji ber êrîşan welatên ji Reqa, Tebqa, Sirîn û Eyn Îsa, her wiha kesên ji gundê Kobanê neçar mane koçber bibin, hat tespîtkirin. Kesên koçberbûn li Dibistana Şehîd Nuda hatin bicihkirin û şertên ku gel tê de ne ji aliyê ajansa me ve hat kişandin.   ‘Çi dibe bila bibe em ê li berxwe bidin’   Welatiya bi navê Cemîle ya ji gundê Çelebiye ya Kobanê bar kir navendê li dibistana Şehîd Nuda bicih bûn û wiha got: “Êrîş çêbûn em neçar man werin vir. Hêzên me li pişt me ne. Em dizanin. HSD û YPJ bi me re ye. Em natirsin. Çi dibe bila bibe em ê li berxwe bidin. Hêza me ligel me ye wê êrîş vala derkevin.”   Çalakî û bername didomin   Sozda Oremar diyar kir ku gel li dijî êrîş û dorpêçê li qadan e û got ew li dijî êrîşan berxwedanê bilind dikin. Her wiha da zanîn ku gel berê xwe didin Qada Jina Azad a navenda Kobanê û çalakiya nobetê digirin.