KCDK-E’ye derbarê 15’ê Sibatê de daxuyanî da 2026-02-18 21:01:31   KCDK - E’yê diyar kir ku daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî û ji Rojava re statu” armanca sereke ya têkoşîna wan e û bang li gel û dostên wan kir ku ji bo berxwedana li dijî komploya 27 salan bi encam bikin divê bi biryardarî li qadê xebata xwe berdewam bikin.   Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an bi rêbazên cûda berdewam dike û herî dawî di şexsê Rojava de hewl dan polîtîkayên qirkirinê bi encam bikin; lê bi îradeya xurt û destwerdana di wextê xwe de ya Rêber Apo vala hat derxistin.   Di daxuyaniya KCDK-E’yê de hat destnîşankirin ku bi seferberiya bi mîlyonan kesan li çar perçeyên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê li dijî vê pêvajoya ku komploya duyemîn tê pênasekirin bertek hatin nîşandan û hat gotin ku dorpêç û gefên li ser Rojava bi bilindkirina têkoşînê wê têk biçe.   Daxuyaniya bi sernavê "Komploya Navneteweyî ya 27 salan wê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan re çareser bibe" wiha ye:   "27 sal berê bi armanca astengkirina têkoşîna gelê Kurd ji bo azadiyê, şêwaza jiyana alternatîf û Rojhilata Navîn bikşînin nava kaosê Komploya Navneteweyî pêk anîn. Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Ocalan di serî de dewleta Tirk ji hêla gelek welatên herêmê ve hate piştgirîkirin. Rêber Ocalan bi biryardariyek mezin ev plan vala derxist.   Komploya ku vala hat derxistin, gelek caran bi şêwaz û rêbazên cûrbecûr hate meşandin û hewl dan encamê bi dest bixin. Herî dawî bi rêbaza şerê taybet a li dijî Rojava qirkirin hat armanckirin. Rêber Ocalanmudaxaleyî vê komployê kir û bêbandor kir. Ev êrîşa ku em wekî komploya navneteweyî ya duyemîn pênase dikin, qirkirina gelê Kurd armanc kir û hewl da şerê Kurd-Ereb li herêmê pêş bixe, lê bi mudaxeleya di cih de bi encam hat hiştin.   Bi mîlyonan kes li dijî vê hewldana komploya duyemîn seferber bûn, li dijî plana qirkirina Kurdan, di serî de li her çar beşên Kurdistanê û li seranserê cîhanê rabûn ser piyan. Gelê Kurd, li ser bingeha yekîtiya neteweyî li seranserê cîhanê wekî yek bedena yekgirtî, bi dostên xwe re komployê vala derxistin. Bi rojan e seferberî li kolan û qadên her çar perçeyên Kurdistanê berdewam dike. Em vê berxwedan û serhildana gelê xwe silav dikin.   Çawa ku dorpêç û qirkirina li ser Rojava hat rawestandin û pûçkirin, gef û xetera qirkirinê li ser her çar perçeyên Kurdistanê hîn jî berdewam dike. Rêya aştiya mayînde û çareserkirina pirsgirêka Kurd ku 100 sal in bi qirkirinê re rû bi rû maye, bi bilindkirina têkoşînê pêkan e. Rola Rêber Ocalan di pêkanîna vê yekê de îhtîmalek bingehîn û rastîn e ku hebûna wî ferz dike.   Ji bo ku Rêber Ocalan van hemû pêşbînî û pêşniyaran pêk bîne û rola xwe wekî aktorek bilîze, divê ew bikaribe  azad bixebite. Ji ber vê yekê, divê mafê hêviyê were pêkanîn û astengiyên li pêşiya wî werin rakirin.   Wekî KCDK-E, em îradeya hevpar a ku gelê me li kolanên her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dorpêçkirina Rojava nîşan daye û berxwedan, helwest û xwedîderketina bi mîlyonan kesan silav dikin. Ev ruhê têkoşîn û yekîtiyê yê ku hatiye nîşandan rêya me ronî dike. Ji bo bigihêjin encamê ji bilî parastina vê helwest û biryardariyê tu rêyek din tuneye.   Ji Rêber Ocalan re Azadî û ji Rojava re Statu îro wekî armanca sereke ya têkoşînê li pêşiya me ye. Ji ber vê yekê, em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku ji bo berxwedana li dijî komployê bigihêje armanca xwe bênavber vê îradeyê xurt bikin û bi biryardariyeke mezin cihê xwe di qadên têkoşînê de bigirin.”