Kobanê di bin dorpêçê de ye: Bila korîdor bê vekirin 2026-02-19 10:06:25     Pelşîn Çetînkaya /Rabîa Onver   AMED - Kampanyaya alîkariyê ya ku ji hêla Platforma Tenduristiyê ya Amed û Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amed ve hatiye destpêkirin berdewam dike. Endama Platformê Yıldız Ok Orak diyar kir ku li Kobana dorpêçkirî gihîştina xizmetên tenduristiyê yên bingehîn, ji diyalîzê bigire heya lênêrîna giran, rawestiyaye û xwest ku Deriyê Sînor ê Murşitpınarê were vekirin û korîdorek tenduristiyê were avakirin.   Di dema dorpêçkirina Kobanî û pevçûnên berdewam ên li dijî êrîşên HTŞ'ê de, kamyonên alîkariya mirovî yên ku ji bajêr re dê bihata şandin, ji ber redkirina derbasbûnê ji aliyê Tirkiyeyê ve, bi rojan li Deriyê Sînor ê Murşitpınarê hatin sekinandin. Li bajarekî ku gihîştina xwarin, av û pêdiviyên tendirustiyê di şert û mercên şer û dorpêçê de sînordar e, derenghiştina şandina alîkariyan rasterast bandorê li ser pêkanîna pêdiviyên mirovî kir. Piştî hefteyekê, kamyonên alîkariyê di dawiyê de ketin Kobanî. Hat ragihandin ku belavkirina pêdiviyên ku tê de pêdiviyên xwarinê yên bingehîn, ava vexwarinê, materyalên paqijiyê û alavên tendirustiyê hebûn, bi rêya saziyên pêwendîdar dest pê kiriye. Alîkariya mirovî ya ji bo Kobanî dê bê navber  berdewam bike.   Derbarê mijarê de ji Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr Yildiz Ok Orak, diyar kir ku 25 kamyonên din ji bo herêma krîzê amade ne û ji bo ku derbasbûna wan bi ewlehî ji deriyê sînor ê Murşitpınarê were misogerkirin, hewl tê dayîn.   Li dijî krîza li Kobanî kampanya alîkariyê   Yıldız Ok Orak, diyar kir ku wan kampanyayek alîkariyê ji bo hevgirtinê bi Kobanî re dane destpêkirin û got: "Di 6'ê Çileyê de, li herêma Rojavayê Kurdistanê krîzek leşkerî çêbû. Piştî wê krîzê, ew dever hatin dorpêçkirin. Dema ku pêvajoyên siyasî û danûstandin diqewimin, hemû beşên civakê, nemaze zarok, bi awayekî neyînî bandor bûn. Wê demê, wekî Platforma Tenduristiyê ya Amed, me li ber nexweşxaneyan daxuyanî dan ka ev şer çawa dikarin bibin sedema krîzên mirovî û tenduristiyê. Ji ber ku ezmûnek me ya wisa heye. Şerê li Xezzeyê, şerê li Ukraynayê, bi gotineke din, her şerek li cîhanê, rê li ber gihîştina mirovên li wir a tenduristiyê digire. Me wê demê daxuyaniyên xwe dan da ku balê bikişînin ser vê mijarê. Piştre, wekî Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê, me kampanyayek alîkariyê da destpêkirin. Bi kampanyaya alîkariyê re, me dît ku bi rastî jî kapasîteya me heye ku em rojane 20-25 TIRan bişînin. Ji ber vê yekê, heke destûr were dayîn û Deriyê Sînor ê Murşitpınarê were vekirin, em ê vê alîkariyê hêsantir û zûtir derbas bikin ji ber ku nêzî me ye."   'Krîza li Kobanî hîn jî berdewam dike'   Yilidiz Ok Orak diyar kir ku tevî hemû qedexeyan, kamyon ji deriyekî sînorî yê cuda derbas bûn û şandeya ku çû herêmê ji wan re ragihand ku ji ber dorpêça berdewam krîzeke tenduristiyê yê cidî çêbûye.  Yildiz Ok Orak di berdewamiyê de ev tişt got, "Di wê heyamê de gelek pirsgirêk derketin holê. Pêşî, kamyonên me hatin desteserkirin û li tesîseke li Pirsûsê hatin sekinandin. Ew 3 rojan li tesîsê sekinîne. Di vê navberê de, danûstandinên li ser kamyonên ku ji vî deriyê sînor derbas dibin berdewam kirin. Dema ku danûstandinên me bi ser neketin, me li hev kir ku kamyonên alîkariyê bi şandeyekê re bi rêya Kilîsê biçin. Di 10ê Sibatê de, 25 kamyonên me, bi du hevalên mr yên ji Platforma Bajêr re, gihîştin Kobanî. Bê guman, berî ku ew werin gelek krîz çêbûn. Li ser rê hatin rawestandin, çeteyan hewl dan kamyonan bigirin û materyalan bibin. Lê tevî van hemû krîzan, ew gihîştin Kobanî. Dema ku ew gihîştin Kobanî, hevalên me yên ku çûn wir jî bi mirovên li wir re têkilî danîn. Di vê têkiliyê de, ew fêr bûn ku pirsgirêka herî mezin ew e ku dorpêç hîn jî berdewam dike." "Me agahî li ser krîzeke tenduristiyê ya ji ber vê rewşê derketiye wergirtiye. Mînak, nexweş nikarin bikevin diyalîzê ji ber ku pirsgirêkên diyalîzê bi dawî nebûne. Nexweşên beşa lênêrîna giran nikarin werin şopandin ji ber ku li nexweşxaneyan oksîjen tune ye. Nexweş nikarin emeliyat bibin. Zarokên nûbûyî nikarin bigihîjin înkubatoran ji ber ku înkubator tune ne. Gelek krîzên tenduristiyê yên bi vî rengî çêbûne."   ‘Divê Deriyê Sînor ê Murşitpınarê Vebe!’   Yıldız Ok Orak diyar kir ku divê Deriyê Sînor ê Murşitpınarê were vekirin û dorpêça li Kobaniyî were rakirin da ku alîkarî bi awayê herî zû û ewle were şandin û got, “Piştî ku ev agahî ji herêmê gihîşt me, me wekî Platforma Tenduristiyê ya Amed daxuyaniyek da. Ji ber ku ev krîza tenduristiyê di rastiyê de krîzek navneteweyî û trajediyek e. Em dizanin ku divê tu rêxistinek tenduristiyê li hember vê yekê bêdeng nemîne. Ji ber vê yekê me civînek çapemeniyê li dar xist. Em ê bang li rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî jî dikin. Lê armanca me ya sereke ew e ku em karibin korîdorek tenduristiyê li wir vekin û alîkariyê radest bikin. Nexweş dikarin ji bo vir bên veguhestin. Emeliyat dikarin li vir werin kirin. Nexweşên kronîk dikarin li vir werin dermankirin. Amûr dikarin werin şandin, derman dikarin werin şandin. Em dixwazin bi awayekî alîkariyê bigihînin wan kesan. Rêya herî hêsan a gihandina vê alîkariyê bi rêya Deriyê Sînor ê Murşitpınarê ye. Ji ber ku heke em ji Kilîsê dest bi xizmetên tenduristiyê bikin, tiştên ku em ê di rê de rastî wan werin dê rê li ber gihîştina me ya wir bigirin."    'Divê alîkarî bi awayekî qanûnî û bênavber berdewam bike'   Yildz Ok Orak diyar kir ku tê plankirin du pisporên tenduristiyê bi karwana alîkariyê re bin, û ev kes dê bi herêmê re têkilî daynin, pêdiviyan li cihê bûyerê binirxînin û rewşê bi raporên bijîşkî belge bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Piştî ku Deriyê Sînor ê Murşitpınar vebe, em ê her tiştî bikin da ku mirovên li wir bi rêya korîdora tenduristiyê ya ku dê were damezrandin bigihîjin xizmetên tenduristiyê. Hefteya bê, Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr plan dike ku karwanek din ê alîkariyê yê 20 kamyonan bişîne. Em hîn jî li ser Deriyê Sînor ê Murşitpınar israr dikin, lê heke ew dîsa venebe, em dikarin bi heman rêbazê bi deriyek din alîkariyê bişînin, ji ber ku dibe dema ku em li benda vebûna derî bin em dereng bimînin. Me hîn li ser vê yekê nîqaş nekiriye, lê di rojeva me de ye. Em dixwazin du pisporên tenduristiyê bi tîmê re bin. Divê ev hevkar bi kamyonan re bin, bi mirovên li wir re têkilî daynin, pêdiviyan wan belge bikin, dibe ku bi karanîna termînolojiya bijîşkî, belge bikin û vegerînin. Em ê piştre vê yekê ji wezaretê re ragihînin."